Wezîrê ragihandinê yê Lubnanê îstîfa kir

Wezîrê ragihandinê yê Lubnanê Corc Qirdahî îro bi civîneke çapemeniyê ji erka xwe îstîfa kir û got “Lubnan ji Corc Qirdahî girîngtir e.”

Wezîrê ragihandinê yê Lubnanê îstîfa kir
3 kanûn, 2021   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Qirdahî di civîna çapemeniyê ya li Wezareta Ragihandinê de got: “Min biryara îstîfayê da, ji ber ku berjewendiya welat, malbat û dostên min di ser berjewendiya min re ye.”

Qirdahî her wiha daxuyand ku wî bi gotina xwe niyet nekiriye zirarê bide kesî, bi taybetî welatên Kendavê, berovajî ew bangewazî ji bo rawestandina şer û berjewendiyên aliyên şer bû.

Qirdahî ji rojnameya El-Cumhuriye ya herêmî re gotibû: “Dema îstifayê hatiye, ez bawer im ku min biryara rast di dema rast de da. Ji ber wê ez rihet im.”

Rojnameyê diyar kir ku Qirdahî piştî şêwira bi hevalbendên xwe (serokê Şepêla El-Merda Silêman Firenciyê û koma Hizbullah a hevalbena Îranê) re biryara îstifayê daye.

Reutersê li gorî çavkaniyan ragihandibû ku biryara îstifayê ji bo destpêkirina diyalogê beriya serdana serokê Fransayê Macron bo Erebistana Siûdî pêk tê.

Rojnameya El-Cumhuriye tekezî li ser vê yekê kir ku ev îstifa encama peywendiyên hundirîn û derve ye ku Macron û şêwirmendê wî Patrick Durrell beşdar bûne.

Ev yek piştî aloziya dîplomatîk a di navbera Lubnanê û welatên Kendavê de ya ji ber daxuyaniyên Qirdahî pêk tê, ku di daxuyaniyên xwe de destwerdana leşkerî ya bi serkêşiya Siûdiyê di şerê Yemenê de rexne kiribû.

(cx)