‏ ‏Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê: Çarenûsa Ereb û Kurdan yek e

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn Şaban destnîşan kir ku herêm ‎bi pirsgirêk û metirsiyên cidî  rû bi rû ye û got, çarenûsa Ereb û ‎Kurdan yek e û bi hevgirtina wan dê rê li ber komployan were girtin.        ‎

‏ ‏Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê: Çarenûsa Ereb û Kurdan yek e
3 kanûn, 2021   04:13
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn Şaban got: "Herêma me bi pirsgirêk û metirsiyên cidî re rû bi rû ye ku xeteriyekê li ser berjewendî û pêşeroja wê çêdikin. Di serî de jî ev astengî û gef ên derve û xwedî meylên mêtnîgeriyê ne yên mîna dewleta Tirk, sîyonîst û yên li pişt wan, Amerîka û aliyên din e.”

Ehmed Behaedîn Şaban destnîşan kir ku alî û dewletên navborî dîtin ku jihevxistina têkiliyên herêmê, cihêrengiya armancan, hilweşîna rejîmên wê şanseke guncaw ji bo dagirkeriya xak û dewlemendiyên wê ye û diyar kir ku vê  yekê bi navê projeya "Rojhilata Navîn a Nû yan jî Mezin" yan jî navên din pêk tînin.

Şeban di hevpeyînveke taybet li gel ANHA'yê de got: "Li hemberî van komployan ‎pêwîstî bi yekrêzî, yekirina îrade û dûrxistina cudekariya di navbera pêkhateyên ‎herêmê de bi dewlemendî û cihêrengiya wê, bi taybet di navbera Ereb û Kurdan de, heye." ‎‎      ‎

Şaban li ser yekitiya Ereb û Kurdan ev tişt got: " Li hember gef û xeteriyên derdorê yên bi navê projeya 'Osmanî ya nû' ya Erdoganî, berjewendiyên wê yên nû, çavnebariyên sihyonîst ên li Filistînê û tevahî xêr û bêrên welatê me, yekitiya Ereb û Kurdan dê dîroka hevbeş, mîrasa çandî û çavkaniyên şaristanî yên hevbeş diparêze." ‎

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê di dawiyê de got, çarenûsa Ereb û Kurdên li herêmê yek e, nakokî û parçebûn dê wan lawaz bike û ji hev veqetîne, ji ber vê yekê ‎pêwîstiya wan bi yekitiyê heye ku li hember dijminên xwe bisekinin.

(dx)

ANHA