Xwendekarên Helebê şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn

Xwendekarên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn.

Xwendekarên Helebê şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn
Xwendekarên Helebê şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn
Xwendekarên Helebê şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn
Xwendekarên Helebê şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn
Xwendekarên Helebê şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn
Xwendekarên Helebê şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn
2 kanûn, 2021   15:02
HELEB

Di 2’yê Kanûna 2019’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujî li dijî şêniyên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê pêk anî û û di encamêa 10 sivîl şehîd bûn, ji wana 8 zarok bûn û 12 jî birîndar bûn.

Li ser vê yekê bi dehan xwendekarên dibistana Antwan Eswed da.

Xwendekaran wêneyên zarokên di komkujiya Til Rifetê de şehîd bûbûn, pankartên "Mafê me ye em bijîn", "Na ji qetilkirina zarokan re", "Tolhildana me dê avakirina civakeke azad û demokrat be" û"Em ajdayên zarokatiyê ne" hildan.

Mamosteya KPC-D Gulîzar Elo bi zamanê kurdî, xwendekar Rolyana Hesen bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em dîroka komkujiyê ku bûye du sal in li dijî zarokatî û mirovahiyê ku hêzên dagirkeriyê li dijî koçberên Efrînê bi taybet zarokên Til Rifetê pêk aniye ji bîr nakin. 2’yê Kanûna 2019’an dîrokeke xemgîn bû. Çeteyên Tirkiyê zarokên li kolanê dilîstin hedef girtin , ji nişka ve ken û lîstoka wan vegerî qîrîn û tirsê.

Laşên zarokan parçe bûn û di wê komkujiya hovane de 8 zarok û du kalemêr bûn qurban, ji wê zêdetir jî hin sivîlan çav, ling û jiyana xwe ji dest da.

Ma xwînrijandina li Efrîna dagirkirî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve têrî wê nake û sûcên xwe li dijî zarok û mirovahiyê digel bêdengiya rêxistinên mirovahî û navneteweyî yên îdia dikin ku mafên mirov û zarokan diparêzin berdewam dike. Heta vê rojê rojane herêmên Şehbayê digel bêdengiya civata navneteweyî tên topbarankirin.

Bi navê KPC-D Helebê Em sersaxiyê ji malbata şehîdan û malbatên zarokan re dixwazin. Em xwestekên xwe nû dikin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me rawestin û dagirkerî ji xaka me derkeve. Her wiha em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî dikin ku rola xwe di  rawestandina tundiya li dijî sivîlan û zarokan de pêk bînin."

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA