Di teqîna mayînekê de 10 karkerên heqil Xerata yê petrolê hatin kuştin

Li gundewarê başûrê rojavayê Dêrazorê mayîneke bi erebeya veguhestina karkerên heqil Xerata yê petrolê ve teqiya. Di encamê de 10 karker hatin kuştin.

Di teqîna mayînekê de 10 karkerên heqil Xerata yê petrolê hatin kuştin
2 kanûn, 2021   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR, ragihand ku mayînke bi erebeya veguhestina karkerên heqil Xerata yê petrolê yê gundewarê başûrê rojavayê Dêrazorê ve teqiya. Di encamê de 10 karker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Heqil Xerata yê petrolê 20 km dikeve başûrê rojavayê Dêrazorê û ji Îlonê 2017'an ve di destê hikumeta Şamê de ye. Lê dîsa jî çeteyên DAIŞ'ê lê çalak in.

Ji mehekê ve hêzên Rûsyayê bi domdarî çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Şamê dikin hedef, tevî vê yekî çeteyên DAIŞ'ê li herêmê hene û dem dem êrişî hêzên hikumetê û karkerên li heqilên petrolê dikin.

ANHA