Li Kobanê şehîdek hat oxirkirin û nasnameyan şehîdekî hat ragihandin

Şêniyên Kobanê endamê Yekîneyên Antî-Teror şehîd Fewaz Muslim (Dilşêr) bi merasîmekê li Goristrana Şehîd Dicle oxir kir, her wiha nasnameya gerîlayê HPG`ê şehîd Xebat Bozan hate ragihandin.

Li Kobanê şehîdek hat oxirkirin û nasnameyan şehîdekî hat ragihandin
Li Kobanê şehîdek hat oxirkirin û nasnameyan şehîdekî hat ragihandin
Li Kobanê şehîdek hat oxirkirin û nasnameyan şehîdekî hat ragihandin
Li Kobanê şehîdek hat oxirkirin û nasnameyan şehîdekî hat ragihandin
Li Kobanê şehîdek hat oxirkirin û nasnameyan şehîdekî hat ragihandin
2 kanûn, 2021   13:41
 KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, hêzên leşkerî û hin partiyên kurdî tev li merasîmê bûn.

 Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêma Firatê Hisên Koçer sersaxî ji gel û rêber Abdullah Ocalan re xwest û got: “Rêber Ocalan dema tevî hevalên xwe PKK`ê ava kir, li hemberî şerê qirkirinê sekinî.”

Hisên Koçer wiha domand: “Em hêza xwe ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û ji şehîdan digirin. Divê gelê me zanibe ku berdêla azadiyê xwîna şehîdan e. Em ê li ser vê rêyê bin heta ku azadî pêk tê. Em natirsin ji ber ku em xwedî vîneke xurt in.

Hisên Koçer wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heke xayîn di nav me de hebin, leheng û welatparêz jî hene. Em pişta xwe tenê didin hêzên xwe, fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan.”

Her wiha Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Qinayê Nazê Mihemed Elî got: “Armancên şehîdan gelekî mezin bûn. Ciwanên me şerê dijmin dikin û axa xwe diparêzin. Ji lew re divê em wan ji bîr nekin û rêya wan temam bikin da ku armancên wan pêk bînin.”

Bi navê malbata şehîd Xebat Bozan jî, Mihemed Xidir Becî wiha got: “Di şexsê van her du şehîdan de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em soza şopandina rêya wan didin.”

Osman Muslim jî bi navê malbata şehîd Fewaz Muslim diyar kir ku ne ji şehîdan bûya, ew îro li vir nebûn û wiha dewam kir: “Bi saya şehîdan em îro li vir in. Ew bingeha me ne. Rêbertî dibêje me bi ciwantî destpê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin. PKK heta niha ji bo gelê me tê dikoşe. Ji bo em azadiya xwe bi dest bixin, divê em têkoşînê berdewam bikin.”

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, wesîqeyên şehadetê yên şehîd Fewaz Muslim û şehîd Xebat Bozan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin. Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd Fewaz Muslim spart axê.

Şehîd Fewaz Muslim (Dilşêr) 30`yê Mijdara borî di encama qezeyekê de li navçeya Sirînê şehîd bû. Şehîd Xebat Bozan (Cesûr Axîn) 8`ê Sibatê li herêma Avaşînê di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

(dm)

ANHA