​​​​​​​Beşdarên merasîma sersaxiyê: Şehîd Anter biratiya gelan nîşan da

Beşdarên konê sersaxiyê yê şehîd Anter piştrast kir ku şehîd Anter biratiya gelan nîşan da û li kar û barên gel xwedî derket.

​​​​​​​Beşdarên merasîma sersaxiyê: Şehîd Anter biratiya gelan nîşan da
​​​​​​​Beşdarên merasîma sersaxiyê: Şehîd Anter biratiya gelan nîşan da
​​​​​​​Beşdarên merasîma sersaxiyê: Şehîd Anter biratiya gelan nîşan da
2 kanûn, 2021   12:43
QAMIŞLO

Ji bo şehîd Kazim Ergûn (Anter Dersîm) konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li taxa Enteriye li Qamişloyê hat vedan. Şênî, saziyên çandî, xizmetguzarî, tenduristî, ewlehî, şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê beşdarî merasîmê bûn.

Şehîd Anter ji kesên yekemîn e ku tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Li her çarparçeyên Kurdistanê têkoşiya. Ruxmî rewşa tenduristiya wî ya nebaş, lê bê teredûd xizmeta gelê xwe kir heta ku di 11`ê Mijdarê de li Rojavayê Kurdistanê di encama kirîza dil de şehîd bû.

Li konê sersaxiyê, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsê Xan Gulo axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Têkildarî têkoşîna şehîd Anter Şemsê got: “Ji bo gelê xwe jiyana xwe kir oxir. Ji lew ra divê em têkoşîna wî ya bi dehan salan berdewam bikin. Heta ku em karibin li hemberî êriş û komployên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bisekinin.”

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Ishaq jî axivî û wiha behsa şehîd kir: “Biratiya gelan rave kir. Li kar û barên gelê xwedî derket. Tu carî cudahî nexist di navbera Kurd, Ereb, Suryan û Asûr de. Doza gelên herêmê wek doza xwe hesiband.”

Ishaq wiha berdewam kir: “Tenê bi şopandina rêya wan em dikarin wefedarê şehîdan bin. Ka em bi hev re projeya Rêveberiya Xweser biparêzin, ji ber ku ev proje nûnertiya vîna gelan dike. Fedekariyên şehîdan ev proje parast. Ji ber wê divê em hevgirtina xwe xurt bikin da ku ev proje geş bibe.”

Her wiha di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî û got: “Biçûk, mezin û ciwan jê hez kir. Bi fedekariya xwe dihat naskirin. Li ser têkoşîna ji bo azadiya gelan mînak bû. şagirtê fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bû.”

Telet Yûnis destnîşan kir ku şehîd Anter dê ji bo wan her tim bibe mînak û sembola şoreşê.

Yûnis piştrast kir ku gelê Kurd û gelên herêmê ji bo azadiya xwe bi hezaran şehîdn dan û li hemberî siyasetên şerê taybet tê koşiyan.

Telet Yunis got bi saya têkoşer û şoreşgerên mîna şehîd Anter şoreş li Rojava li dar ket.

(şx)

ANHA