Îsraîlê banga rawestandina danûstandinên nukleerî bi Îranê re kir

Îsraîlê banga rawestandina danûstandinên nukleerî yên bi Îranê re kir. Di vê çarçoveyê de serokwezîrê Îsraîlê got Tehran bi zêdekirina Uranyomê li navenda Fordow bi çekên nukleerî hêzên navneteweyî şantaj dike.

Îsraîlê banga rawestandina danûstandinên nukleerî bi Îranê re kir
2 kanûn, 2021   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett îro bang li hêzên navneteweyî kir ku danûstandinên nukleerî yên bi Îranê re bidin rawestandin.

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniyekê de got: "Serokwezîr Naftalî Bennett îro bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken re bi taybet li ser dosya nukleerî ya Îranê axivî."

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li ser tiştên ku di danûstandinên Îranê û welatên sereke yên li Viyenayê diqewimin agahî da serokwezîr."

(dx)