Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişa dawîn li dijî bajarê Minbicê şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê got êrişa 27`ê Mijdara borî li bajarê Minbicê berdewamiya hewldanên hin aliyan yên têkbirina aramî û ewlehiya bajêr e.

Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişa dawîn li dijî bajarê Minbicê şermezar kir
2 kanûn, 2021   11:54
MINBIC

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya îro li bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê êrişên li ser herêmê şermezar kir.

Daxuyanî ji bo şermezarkirina êrişa ku di 27`ê Mijdara borî de li bajarê Minbicê bi rêya erebeyeke bombebarkirî hate kirin ku di encama wê de 4 welatî şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn, hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endama komîteya perwerdeyê ya nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Rabha Bekiro ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de sûcên ku hin aliyên dijberî azadiya gelan dikin û êrişa dawî ya li dijî bajarê Minbicê hate şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev ne cara yekemîne ku aliyên dijber kirinên terorîst û dûrî nirxên mirovî û exlaqî pêk tîne. Armanca wê ji vê yekê ku îradeya gel û berxwedana wê li hember êrişan têk bibe, her wiha tirsê di nava sivîlan de belav bike.

Piştî ku bajarê Minbicê hate rizgarkirin û heta vê kêliyên hin alî dixwazin aramiya bajar ku bi saya têkoşîna şehîdan hatiye bidestxistin, têk bibin.

Sûcên li herêmên dagikirî li dijî jinan têne kirin û hewldanên hin aliyan ku destkeftiyan têk bibin, nîşaneye kîn, teror û tirsa wan diyar dike û hêza me di şerê li dijî aliyên dixwazin herêmên me xira bikin, zêde dike. Em soz didin ku emê têkoşîna xwe heta serkeftin û azadiyê berdewam bikin."

(bx)

ANHA