​​​​​​​Omer Ocalan: Ji bo naskirina rewşa Îmraliyê divê têkoşîn bê mezinkirin

Omer Ocalan diyar kir ku ji bo naskirina bûyerên li Îmraliyê rû didin, divê gelê Kurd û Kurdistanê têkoşînê mezin bike û got: “Derbarê tenduristiya rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî de tu agahî nîn in. Ev yek ji bo me metirsiyan çêdike.”

​​​​​​​Omer Ocalan: Ji bo naskirina rewşa Îmraliyê divê têkoşîn bê mezinkirin
2 kanûn, 2021   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Tirkiyê ji 25`ê Adara 2012`an û vir ve li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran ferz dike. Malbata wî nikarî hevdîtin pê re bike. Herî dawî di 25`ê Adara 2021`an de bi telefonê bi malbatê re axivî.

Parlamenterê HDP`ê yê Rihayê Omer Ocalan ji Stêrk TV re wiha axivî: “Dewleta Tirk tecrîda li ser girtiyên li Îmraliyê (rêber Abdullah Ocalan, Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş) girantir kiriye.”

Omer Ocalan destnîşan kir ku sedema sereke ya vê tecrîdê ew e perspektîfên rêber Ocalan negihêjin gelên li Rojhilata Navîn. Omer Ocalan ev siyaseta dewleta Tirk bi siyaseteke krêt bi nav kir.

Omer Ocalan diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan nûnertiya demokrasiyê dike, ji lew re dewleta Tirk tecrîdeke giran lê ferz dike. Her wiha piştrast kir ku ev mijar li Kurdistanê û Ewropayê bûye mijareke sereke. Her wiha bang li gelê Kurdistanê û dostên wan kir ku çalakiyan li dar bixin.

Omer wiha domand: “Temenê Rêber Abdullah Ocalan 70 salî derbas kir. Divê hemû mafên xwe yên qanûnî bi dest bixe. Tecrîd li ser jiyana wî xeteriyê çêdike.”

Omer Ocalan daxuyand ku têkildarî tenduristiya rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî ti agahî li ber destê wan nîn in û got ev yek metirsîdar e.

Omer Ocalan piştrast kir ku ji bo rewşa rêber Abdullah Ocalan wan bi gelek saziyên mafên mirovan ên li Ewropayê re civiyane û got: “Hinek ji wan bi awayekî baş di vî warî de kar dikin. Lê ji bo naskirina bûyerên li Îmraliyê rû didin divê gelê Kurd û Kurdistanê têkoşîna xwe mezin bike.”

Duh (çarşemê) malbata rêber Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim, Weysî Aktaş civîneke çapemeniyê li parlamentoya Tirkiyê li dar xist. Malbatan metirsiyên xwe têkildarî tenduristiya rêber Abdullah Ocalan û hevalên pê re anîn ziman û bang li saziyên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe yekser bînin cih.

(şx)