Aliyên Şîa li Bexdayê bi Muqteda Sadir re civiyan

Civîna aliyên Şîa yên nêzî Îranê, li gel Serokê Tevgera Sadir Muqteda Sadir dest pê kir. Tê gotin wê di civînê de li ser bijardeyên piştî hilbijartinê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê baxivin.

Aliyên Şîa li Bexdayê bi Muqteda Sadir re civiyan
2 kanûn, 2021   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bexdayê civîna aliyên Şîa (Nûrî Malikî, Emar Hekîm, Heyder Ebadî, Hadî Amirî û Qeys Xez Elî) li gel Serokê Tevgera Sadir Muqteda Sadir destpêkir. Civîn li mala Hadî Amirî pêktê.

Piştî diyarkirina encamên hilbijartina parlementoya Iraqê, ev yekem civîne di navbera aliyên Şîa de pêktê.

Tê gotin wê di civînê de li ser encamên hilbijartinê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê were axaftin.