Li Sêmalkayê serdanên girseyî: Xiyanet dê têk biçe, berxwedan dê bi ser bikeve

Çalakiya li Sêmalkayê 59 roj e didome. Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên herêma Cizîrê serdana çalakvanan kir û bi daxuyaniyekê got “Xeta xiyanetê dê têk biçe, lê xeta berxwedanê dê bi ser bikeve”.

Li Sêmalkayê serdanên girseyî: Xiyanet dê têk biçe, berxwedan dê bi ser bikeve
Li Sêmalkayê serdanên girseyî: Xiyanet dê têk biçe, berxwedan dê bi ser bikeve
Li Sêmalkayê serdanên girseyî: Xiyanet dê têk biçe, berxwedan dê bi ser bikeve
Li Sêmalkayê serdanên girseyî: Xiyanet dê têk biçe, berxwedan dê bi ser bikeve
Li Sêmalkayê serdanên girseyî: Xiyanet dê têk biçe, berxwedan dê bi ser bikeve
2 kanûn, 2021   11:30
QAMIŞLO

Çalakiya li dergeha sînor a Sêmalkayê ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin şehîdkirin, di roja xwe ya 59’an de bi biryardarî dewam dike.

Endamên Komşteya Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariyê yên Jinan û Midûriyeta Veguhastinê îro serdana çalakiyê kir.

Girse ber bi konê çalakiyê ve meşiya û li ser sînor li hev civiya û ji bo şehîdan rêz girt. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê hevseroka Komîteya Ewlekariya Hundirîn Hemrîn Elî ve hate dayîn. Hemrîn Elî got: "Şoreşa Rojava îro bi berxwedan û têkoşînê gihaşte vê qonaxê. Hewl didin destkeftiyên şoreşê û nirxên ji aliyê şehîdên me ve hatine afirandin, bi xiyanetê tune bikin. Çawa ku şoreşa Rojava tevî hemû zor û zehmetiyan destkeftiyên bi dest xistin, em ê têkoşînê jî mezin bikin û armanca xwe ya azadiyê bi ser bixin."  

Hemrîn Elî diyar kir ku gelên Kurd, Ereb û Suryan li dijî xeta xiyanetê helwesteke hevpar nîşan daye û destnîşan kir ku xiyanet gihîştiye astekê ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake û wiha axivî: "Dem dema azadiyê ye, dem dema biratiya gelan e. Dem ew dem e ku her kes li ber xiyanetê rabe."

Hemrîn Elî di dewamê de bang li gel kir ku li dijî xiyaneta PDK'ê tê bikoşe û got: "Şehîdên me ji bo azadiyê canê xwe feda dikin, lê rê li ber me tê girtin ku em cenazeyên wan hildin. Heke em îro xiyanetê şermezar nekin, dê berdêla wê dîrok be û dîrok wê me bidarizîne. Çawa ku em bi saya şehîdên xwe hatine vê rojê, divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Roj ne roja bêdengiyê ye. Divê her kes li dijî xeta xiyanetê helwesta xwe nîşan bide. Xeta xiyanetê dê têk biçe û xeta berxwedanê dê bi ser bikeve."

Daxuyanî bi dirûşmên "Bimire xiyanet" bi dawî bû û piştre şandeyan berê xwe da konê çalakiyê.

ANHA