Li Idlibê di topbarana hêzên hikumetê de 7 welatî birîndar bûn

Ji ber topbarana hêzên hikumeta Şamê li derdorê bajarê Biniş ê rojhilatê Idlibê, 7 welatî birîndar bûn.

Li Idlibê di topbarana hêzên hikumetê de 7 welatî birîndar bûn
2 kanûn, 2021   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê derdorê bajarê Biniş ê rojhilatê Idlibê topbaran kir, di encamê de 7 welatî birîndar bûn, rewşeke jinekê ji wan xeter e. Di heman demê de li asîmanê herêmên gundewarê başûrê Idlibê tevgera balafirên keşfê yên Rûsyayê hebû.

Ji vê sibehê ve hêzên hikumeta Şamê herêmên li bajarokê Sermîn ê rojhilatê Idlibê, herêmên li Fitêra, Filêfil ên çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran dike.