Li Minbicê madeyên hişbir hatin girtin

Li Minbicê Hêzên Ewlekariya Hundirîn miqdareke madeyên hişbirê bi çend kesên ku bazirganiya wan dikin re girt.

Li Minbicê madeyên hişbir hatin girtin
Li Minbicê madeyên hişbir hatin girtin
Li Minbicê madeyên hişbir hatin girtin
Li Minbicê madeyên hişbir hatin girtin
Li Minbicê madeyên hişbir hatin girtin
2 kanûn, 2021   10:34
MINBIC

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî got, welatiyekî gilî kir ku 5 kes bazirganiya madeyên hişbir dikin û li gorî wê beşa têkoşîna li dijî sûcan û şopandin dest bi lêkolînê kir.

Li gorî malperê, hêzên wan piştî şopandina û komkirina belgeyan, miqdarek madeyên hişbir li bajar girt û hate teqezkirin ku destê wan kesan di bazirganiya madeyên hişbir de heye, piştre roja Çarşemê ew kes hatin girtin.

Bi wan kesan re demanceyek (7 mm), 4 telefonên destan, 100 hebên captagon, 5 g H-POSE, 10 g 10 gram heşîş, her wiha 556 hezar û 500 lîre bi wan re hebûn.

Li gorî malperê, piştî lêpirsîna bi kesên hatine girtin re, li xwe mukir hatin ku wan madeyên hişbir difrotin ciwanan. Hêzên ewlekariyê kesên sûcdar şandin dozgeriyê da ku li gorî girtekên qanûnî lêpirsîn bi wan re bê çêkirin.

(bx)

ANHA