MÎT`ê 2 welatî ji navçeya Mabatayê revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker 2 welatiyên ji şêniyên navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

MÎT`ê 2 welatî ji navçeya Mabatayê revandin
2 kanûn, 2021   11:12
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên taybet ên ji kantona Efrînê, îstîxbarata Tirkiyê welatiyên bi navê Welat Elî Ebo ji gundê Kaxirê û Ebdo Hesîko ji gundê Mîrkan ên navçeya Mabatayê revandin.

Çavkanî diyar kir ku çarenûsa kesên hatine revandin ne diyar e.

(dm)