​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn mikurhatinên şaneyeke MÎT`ê weşadin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn mikurhatinên şaneyeke îstixbarata Tirk (MÎT) ku li stasyonên kehrebeyê û avê yên Reqayê teqîn pêk anîne û erebeyên kesayetên navdar şewitandine, weşandin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn mikurhatinên şaneyeke MÎT`ê weşadin
30 mijdar, 2021   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn raporeke bidîmen weşand. Tê de endamên şaneya bi navê “Cund El-Heremên” a girêdayî MÎT`ê li xwe mikur tên ku wan li stasyona Firûsiyê ya kehrebeyê û stasyona Ednaniyê ya avê yên Reqayê teqîn pêk anîne.

Li gorî rapora ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, şane ji 5 çeteyan pêk tê; Ebdulhelîm El-Şiêb (Reqa, sala 1984’an ji dayik bûye), Mehmûd Hisên El-Salih (Serêkaniyê, sala 1977’an ji dayik bûye) û Mistefa Mihemed El-Mihemed (Reqa, sala 1995’an ji dayik bûye), Muhened Mihemed El-Xelef (Reqa, sala 1998’an ji dayik bûye) Yasir Mihemed El-Ehmed (Reqa, sala 1999’an ji dayik bûye).

Li gorî raporê, erka şaneyê wêrankirina binesaziya kehrebe û avê ya herêmê û şewitandina erebeyên meclisên sivîl ên bajêr û gundewarên wê bû.

Şaneya “Cund El-Heremên” ku ji aliyê ewlehiya giştî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ve hatiye girtin, xebatên terorîstî yên şaneya “Cund El-Firat” temam dikirin.

Li gorî agahiyên berdest, ji bo endamên şaneyê zêdetirî 10 hezar dolar hatiye xerckirin.

Çeteyan detayên êrişên li dijî stasyona Firûsiyê ya kehrebeyê û Ednaniyê ya avê û hewldanên şewitandina erebeyên komîteya perwerdeyê û şêx Hemadî ji mezraya El-Qehtaniyê, vegotin.

(şx)