Li Holê şehîd Şîlan û hevrêyên wê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Holê ya girêdayî kantona Hesekê şehîd Şîlan û hevrêyên wê di salvegera şehadeta wan a 17`emîn de bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Li Holê şehîd Şîlan û hevrêyên wê hatin bibîranîn
30 mijdar, 2021   13:35
HESEKÊ – HOL

Îro nivîsgeha PYD`ê ya navçeya Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê bi boneya salvegera 17`emîn a şehadeta têkoşer û endama Komîteya Navendî ya PYD`ê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Cemîl, Ciwan, Zekeriya û Fûad ku dema erka xwe pêk dianîn li ser sînorê Sûriyê-Iraqê şehîd bûbûn, bi bîr anîn û semînerek têkildarî jiyana wan li dar xist.

Şêniyên navçeyê, endamên PYD`ê û endamên saziyan beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de ji rêveberên PYD`ê Emar Hisên têkildarî jiyana şehîd Şîlan û hevrêyên wê axivî.

Emar Hisên wiha got: "Hedefgirtina hevrê û damezirînerên PYD`ê ji destpêkê ve didome. Armanc ji vê hedefgirtinê ew e ku rêxistina gel ku partiya me dixwaze pêk bîne, têk bibe."

Emar Hisên destnîşan kir ku dijminên mirovahiyê dixwazin civak parçekirî bimîne da ku bikare îradeya wê bixe bin serweriya xwe û ji ber wê jî bi hemû hêza xwe dixebite da ku mekanîzmaya birêxistinkirinê ku yekitiya pêkhateyan îsbat bike û nasname û çanda wan îsbat bike, têk bibe.

Emar Hisên di dawiyê de îşaret bi girîngiya berdewama birêxistinkirina gelan, hevgirtina di navbera pêkhate û civakan de kir da ku hewldanên binpêkirina şarestanî û çandan têk bibe û PYD şopdara rêya damezirînerên partiyê be.

(bx)

ANHA