Bi hezaran mêran li Qamişlo û Hesekê got ‘Na ji kuştina jinan re’

Bi hezaran mêran li kantonên Qamişlo û Hesekê meşên girseyî li dar xistin. Di meşan de tundiya li ser jinan hate şermezarkirin û teqezî li ser girîngiya derbaskirina zîhniyeta ku tundiyê li dijî jinan teşwîq dike, hat kirin.

30 mijdar, 2021   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan de ku 20`ê Mijdarê dest pê kiribûn û dê heta 10`ê Kanûnê dewam bikin, bi hezaran mêrên li kantonên Qamişlo û Hesekê bi dirûşma “Li dijî tundî û dagirkeriyê tê bikoşe” meşên girseyî li dar xistin. Mêran banga bidawîkirina tundiya li ser jinan kir.

QAMIŞLO

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê, vê sibehê bi sedan mêran li kantona Qamişloyê meşek li dar xist.

Mêr ji Çerxerêya Şerq a li Qamişloyê heta Çerxerêya Sonî meşiyan û bi dirûşman tundiya li ser jinan şermezar kir.

Li Çerxerêya Sonî, bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Ehmed axivî û got: “Em qebûl nakin di civaka me de bi navê namûsê yan navekî din, jin werin kuştin. Jin nîvê civakê ne û azadiya jinan azadiya me ye.”

Ebdulkerîm Ehmed diyar kir ku jinên li ser esasê fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tê koşiyane, li seranserê cîhanê bûne nimûne û wiha dewam kir: “Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê karîn bi îrade û berxwedana xwe zîhniyeta baviksalar derbas bikin. Divê em di mijara parastina azadiya jinan de, ji bo hemû civakan bibin nimûne û her tim li kêleka wan bin da ku parastina maf û azadiya xwe bikin.”

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî mêran li pêşiya Qada Şehîd Cîhad dest bi meşê kir. Meşvanan pankartên “Zewicandina zarokan sûc e”, “Tundiya li ser jinan rawestînin”, “Na ji kuştina jinan re”, “Ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan bibin yek” rakirin.

Meş li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mitîngê. Li wir hevserokê Meclisa Navçeya Amûdê Mihemed Ehmed axivî û diyar kir ku ew beşdarî meşê bûne da ku helwesta xwe li dijî tundiya li ser jinan nîşan bidin û da ku azadiya jinan di civakê de misoger bikin.

Ehmed destnîşan kir ku têkoşîna jinan li seranserê Kurdistanê, ne kêmî têkoşîna meran e û wiha pê de çû: “Rizgarkirina civakê bi rizgarkirina jinan ji qeydên malê pêkan e. Divê em rê li pêşiya dayik, hevjîn û keçên xwe vekin. Em piştgiriyê didin têkoşîna jinan a ji bo gihaştina civakeke azad û demokratîk. Eger jin rizgar nebin, mêr rizgar nabin.”

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê jî bi dehan mêr beşdarî meşa li dijî tundiya li ser jinan bûn.

Meşê ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û li naverasta navçeyê rawestiya. Li wir bi navê PYD`ê Mistefa Mam Xêr axivî û destnîşan kir ku azadiya jinan, azadiya civakê û cîhanê ye û got: “Em li kêleka hemû jinên cîhanê ne da ku em edaletê pêk bînin û bigihêjin civakeke demokratîk ku mafê her kesî misoger dike.

DÊRIK

Li Dêrikêjî bi sedan mêr daketin Qada Azadî û meşek li dar xist. Meş li qada sûka navendî veguherî mitîngê.

Di mitîngê de wêneyên şehîdan û pankarta "Li ser rêya Hevrîn û Zehrayan em ê berxwedanê bilind bikin" hatin hildan.

Di mitîngê de welatiyê bi navê Subhî Ilyas wiha axivî: "Di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jin tê koşiyan, di eniyên şer de berxwedanên bêhempa meşandin û destek dan ku herêmên dagirkirî rizgar bibin."

 TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vMAoRgMhD-0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Tirbespiyê jî bi sedan mêr meşiyan û piştrast kir ku azadiya civakê ji azadiya jinan e. Meşê ji pêşiya Şaredariya Gel a rojavayê navçeyê dest pê kir û li pêşiya Navenda Kongreya Star a navçeyê rawestî. Li wir endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Hisên axivî û got: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya beşdarbûna jinan destkeftiyên mezin bi dest xistin.” Silêman Hisên diyar kir ku mêr bi vê meşê îsbat dikin ku ew hewl didin zihniyeta desthilatdar biguherînin û daxuyand ku ev yek bi saya fikrê rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî ya rizgariya jinan ji bo rizgakirina civakê pêk hat.

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_qqgknIfQOI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Çilaxa jî bi heman mebestê, mêr ji çerxerêya şehîd Masûm a li naverasta navçeyê heta qada geracê meşiyan. Li qada geracê meş veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê rêveber ê PYD`ê şaxê navçeya Çilaxa Eşref Remadan axivî û got rizgariya jinan bingeha serkeftin û pêşketina civakan e.

TIL HEMÎS

Di meşa li Til Hemîsê de Jî bi dehan şênî li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan ji pêşiya avahiya meclisa navçeyê û heta çerxerêya Şehîdan meşiyan. Li pêşiya çerxerêyê Xalid El-Nayif bi navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê axivî û got: Êdî bes e jin ji koletiyê û zulmê azaran dikişîne. Ew zulm û zordarî di civaka me de mîna kabûsê bû. Divê civak fêm bike ku jiyanan bi jinên azad xweşiktir dibe.

HESEKÊ

Li kantona Hesekê mêr ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinan meşek li dar xist û diyar kir ku şoreşa azadiyê ku jin bi rê ve dibin, bi saya îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan e û li tevahî cîhanê bûye nimûne.

Meş bi dirûşma "Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe" hate lidarxistin.

Meşê ji pêşiya Baxçeyê Rêber Apo yê li taxa Nasra dest pê kir. Endamên sazî û navendên sivîl ên kantona Hesekê û partiyên siyasî û saziyên olî tev li meşê bûn. Piştî meşê li Çerxerêya Cûdî mitîngek hat lidarxistin.

‘KUŞTINA JINAN VEGERA LI CAHÎLIYETÊ YE‘

Di mitîngê de endamê PYD`ê Mistefa Ehmed salvegera 43`yemîn a damezirandina PKK`ê pîroz kir û wiha axivî: "Ev sal dê sala serkeftin û azadiya hemû gelên herêmê be. Ev jî dê bi rêya berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê pêk were."

Paşê ji rêveberên meclisa PYD`ê Abdulxenî Oso jî destnîşan kir ku şoreşa azadiyê ku bi serkêşiya jinan didome, bi saya fikrên rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê bûye nimûne.

Mitîng bi dirûşmên şermezarkirina tundiya li ser jinan û silavkirina felsefeya rêber Abdullah Ocalan û berxwedana jinan bi dawî bû.

(cx,bx)

ANHA