Almanya ji ber sûcê qirkirina Êzidiyan cezayê muebed li çeteyekî DAIŞ`ê birî

Dadgeha Frankfûrtê ji ber sûcê Qirkirina Êzidiyan cezayê girtîgehê yê muebed li çeteyê DAIŞ`ê Taha El-Cemîlî birî.

Almanya ji ber sûcê qirkirina Êzidiyan cezayê muebed li çeteyekî DAIŞ`ê birî
30 mijdar, 2021   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyê DAIŞ`ê Taha El-Cemîlî yê Iraqî, li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê ji ber sûcê qirkirina Êzidiyan dihate darizandin. Rûniştina biryardanê ya dozê îro pêk hat.

Dadgeha Bilind a Frankfûrtê çeteyê DAIŞ`ê Tala El-Cemîlî ji ber sûcê qirkirina Êzidiyan sûcdar dît û cezayê girtîgehê yê heta dawiya emrê xwe lê birî.

Çeteyê DAIŞ`ê Taha El-Cemîlî yekem çeteyê DAIŞ`ê ye, ku ji ber sûcê qirkirina Êzidiyan dihate darizandin.

Dozgerên Elmanyayê diyar kirin ku çeteyê DAIŞ`ê Taha El-Cemîlî, sala 2015'an li Iraqê dayikek û keçeke Êzidî kirin kole û piştre jî zaroka 5 salî bi êşkenceyê kuşt.