Êzidiyan li hemû cîhanê dest bi rojîgirtinê kir

Îro êzidiyan dest bi girtina rojiyê kir, êzidî wê di 3 hefteyan de 9 roj rojiyan bigirin û piştre dê cejna Êzî pîroz bikin.

Êzidiyan li hemû cîhanê dest bi rojîgirtinê kir
30 mijdar, 2021   11:37
QAMIŞLO

Êzidî her sal di hefteya dawîn a Mijdarê de rojiyê digirin. Piştî rojiyê cejna Êzî pîroz dikin. Êzidî salnameya rojhilat (kurmancî) ji bo diyarkirina bone û cejnên xwe esas digirin.

Piraniya êzîdiyan di 3 hefteyan de 9 rojan rojiyê digirin. Navê rojiya her hefteyekê cuda ye. Hefteya yekemîn Rojiya Xwedan, heftay duyemîn Rojiya Şîşm (şêx şems) û rojiya heftaya dawîn jî rojiya Êzî ye ku hemû êzîdiyên li cîhanê di wê rojê de rojiyê digirin. Êzidî di îna hefteya dawîn a rojiyê de cejna Êzî (cejna rojiya mezin) pîroz dikin. Li cem êzidiyan Êzî navê xwedê ye.

Di rojiyan de ji berbanga sibê heta roj diçe ava êzidî ne dixwin û ne jî vedixwin.

Îsal cejna Êzî wê 17`ê Kanûnê be.

(şx)

ANHA