Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê: Em ê sûcdarên êrişa dawîn bigirin

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê Mecid Hûriyê diyar kir ku saziyên ewlehiyê li pey sûcdarên êrişa dawîn a li bajêr in da ku wan bigirin û radestî edaletê bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê: Em ê sûcdarên êrişa dawîn bigirin
30 mijdar, 2021   09:36
MINBIC-EHMED QERACE

Di 27’ê Mijdarê de li Minbicê wesayîteke bombebarkirî teqiyabû û di encamê de 4 sivîl şehîd bûbûn û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Ji Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê Mecid Hûriyê ji ajansa me re got: "Hemû aliyên ku piştgiriya terorê dikin, ji bombebarana vê dawiyê ya li bajarê Minbicê berpirsyar in."        

Hûriyê her wiha diyar kir ku armanc ji teqînê ew e ku ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe û gel bitirsîne. Hûriyê piştrast kir ku ew li pey vê êrişê ne da ku sûcdaran radestî edaletê bikin û bên darizandin.

Her wiha Hûriyê di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

(dm)

ANHA