Di êrişa DAIŞ’ê ya li Kifriyê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da

Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Kifrî careke din êrişî hêzên pêşmerge kir. Di êrişê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da bû û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.

Di êrişa DAIŞ’ê ya li Kifriyê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da
30 mijdar, 2021   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ’ê duh bi şev careke din li navçeya Kifrî ya herêma Germiyanê êrişî hêzên pêşmerge kir.

Çeteyên DAIŞ’ê li nêzî bendava Baweşaswar ya gundê Guban ê navçeya Kifrî, êrişî hêzên pêşmerge kir û şer di navbera her du aliyan de qewimî.

Di encama êrişa çeteyan de pêşmergeyê bi navê Mihemed Mensure jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Di 28’ê Mijdarê de çeteyên DAIŞ’ê li herêma Germiyan êrişî pêşmergeyan kiribû û di encamê de 5 pêşmerge jiyana xwe ji dest da bûbûn.