Hêzên hikumeta Şamê bajarê Newa topbaran kir: Kuştî û birîndar hene

Hêzên hikumeta Şamê duh bajarê Newa yê li rojavayê Derayê topbaran kir. Di encamê de 3 kes hatin kuştin û 11 birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê bajarê Newa topbaran kir: Kuştî û birîndar hene
30 mijdar, 2021   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê ku li bajarê Izra bi cih bûne, bi 15 moşekan bajarê Newa yê li rojavayê Derayê topbaran kir.

SOHR'ê diyar kir ku di encama topbaranê de 3 kes hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.

Hêzên hikumeta Şamê ji dema bidawîkirina xebatên çareseriyê yên bi navbeynkariya Rûsyayê li bajarê Derayê di 26'ê Mijdarê de, ev cara yekemîn e ku herêmê topbaran dike.

(dm)