Li Kabulê teqîn

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku li paytexta Efganistanê Kabulê mayinek teqiyaye û di encamê de 5 kes birîndar bûne.

Li Kabulê teqîn
30 mijdar, 2021   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor ajansa Reutersê, li paytexta Efganistanê Kabulê bombeyek li kêleka rê teqiya û di encamê de herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, armanc ji êrişê hedefgirtina wesayîteke tevgera Talîbanê bû.

(dx)