Hikumeta Şamê: Rola neviyên Osmaniyan berdewam e

Meclisa Gel a girêdayî hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê 82`yemîn salvegera dagirkirina Lîwa Îskenderonê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir û got "Rola neviyên Osmaniyan û hevkarên wê yên terorîst bi rêya binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî pêk tînin û qutkirina avê didome."

Hikumeta Şamê: Rola neviyên Osmaniyan berdewam e
30 mijdar, 2021   08:53
NAVENDA NûçEYAN

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê da zanîn ku Meclisa Gel a girêdayî hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê salvegera 38`an a dagirkirina Lîwa Îskenderon (Hatay) ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir û got: "Lîwa Îskenderon parçeyek ji xaka Sûriyê ye û gelê Sûriyê dê hemû tiştên giranbuha feda bike da ku mafê hatiye standin, li xwediyê wan vegerîne."

Her wiha meclisê di daxuyaniya xwe de îşaret bi berdewama sûcên rejîma Tirk ên qutkirina avê ji ser zêdetirî milyonek kesî li bajarê Hesekê, pêkanîna siyaseta kuştin, talankirin û tirsandina şêniyan li herêman, talankirina mal û milkên wan û binpêkirina pîvan û mafên mirovan kir.

(bx)