Di Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê de pênûsên Efrînî

22 nivîskarên Efrînî beşdarî Pêşangeha 3'yemîn a Pirtûkan a Navneteweyî ya li Silêmaniyê bûn û xwest ku dengê şêniyên Efrînê bighînin cîhanê.

Di Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê de pênûsên Efrînî
30 mijdar, 2021   06:58
ŞEHBA – XANDÎ ELO

Pêşangeha 3'yemîn a Pirtûkan a Navneteweyî ya di 18 heta 27'ê Mijdarê  de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate vekirin.

Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê bi nêzî 30 pirtûkên bi zimanên kurdî û erebî beşdarî pêşangehê bû, berhemên xwe ji helbest, peşxan, roman, lêkolînên civakî, pirtûkên belgeyî li ser 58 rojên ji êrişên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê, dîroka Kurdistanê, ferhengên wergerê (Erebî, kurdî, inglîzî û kurdî) her wiha kurteçîrok pêşandan.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Avesta Îbrahîm bi peşxan û romaneke xwe beşdarî pêşangehê bû. Avesta Îbrahîm ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku pêwîst e pênûsên koçberan beşdarî pêşangehên pirûkan bibin û wiha domand: " Çîroka gelê ku koçberiyê li herêmê Şehbayê dijî, belge kir. Ew bi hemû rêbazan dixebitin da ku bi rêya cûreyên wêjeyî xwe îfade bike. Her wiha rola wê di beşdarbûna di pêşangehan de hebû."

Li gorî Avesta Îbrahîm, pirtûkên ku di pêşangehê de hatin pêşandan bi elaqeyeke mezin hatin nîşandan, hejmareke mezin ji pirtûkên bi zimanê erebî û kurdî, nexasim ên li ser berxwedana 58 rojan a Efrînê birin.

Avesta Îbrahîm destnîşan kir ku ew berhem cara yekemîn di  Pêşangeha 5`emîn a Şehîd Herekol a Pirtûkan li bajarê Qamişlo de hatin pêşandan, paşê di Pêşangeha 3'yemîn a Pirtûkan a Navneteweyî a li Silêmaniyê de hatin pêşandan.

Avesta Îbrahîm wiha domand: "Hin berhem ên nivîskarên ciwan bûn. Ciwanan xwestin çîroka gelê Efrînê yê ku tevî êş û azaran ji jiyanê hez dike, belge bike. Em ji nifşên pêş re dinvîsînin û em qonaxên dîrokê belge dikin."

Avesta  Îbrahîm spasiya weşanxeya Şilêr kir ku ji bo beşdarkirina van berheman di Pêşangeha 3'yemîn a Pirtûkan a Navneteweyî ya li Silêmaniyê de kedeke mezin da.

Têkildarî girîngiya beşdarbûna van berheman di pêşangehê de hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê  Avesta Îbrahîm wiha dawî li axaftina anî: "Rola van çalakiyan di belavkirin û veguhestina çandî de girîng e. Ev çalakî wêjevanan teşwîq dikin ku xebata xwe ya wêjeyî berdewam bikin. Em bi hêvî ne ku ev çalakî berdewam bikin da ku peymanên ku têne belgekirin bighêjin cîhanê."

(bx)

ANHA