Çalakiyên "Şopdarên Rojê" bi dawî bûn

Navenda Şopdarên Rojê ya Çand û Hunerê di roja duyemîn û ya dawî de belgefîlma Waşûkanî li kampa Waşûkanî ya Hesekê pêşan da.

Çalakiyên "Şopdarên Rojê" bi dawî bûn
Çalakiyên "Şopdarên Rojê" bi dawî bûn
Çalakiyên "Şopdarên Rojê" bi dawî bûn
Çalakiyên "Şopdarên Rojê" bi dawî bûn
29 mijdar, 2021   17:47
HESEKÊ

Belgefîlm li hola meclisa kampê li dar ket û tê de bi dehan ji koçberên kampa Waşûkanî, endamên Komîteya Koçberên herêma Serêkniyê, endamên tevahî sazî û navendên sivîl ên bajêr amade bûn.

Armanca belgefîlma ku dema wê 30 deqe ye ew e ku azarên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî koçberan pêk anîne, bêdengiya raya giştî li hember sûc û binpêkirinan û berxwedana mezin a li Serêkaniyê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de bûye werin eşkerekirin.

Di belgefîlmê de bal li ser rola ragihandinê hat kişandin ku gelek caran hewl da rastiya berxwedan û sûcên dagirkeriya Tirk li dijî Serêkaniyê eşkere bike û bigihîne raya giştî.

Ev belgefîlm, belgeya şermezarkirin û nîşaneya eşkere ya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Serêkaniyê û gundewarên wê ye, li gel wê jî ev belgefîlm daxmayeke şermê li dijî civata naveneteweyî ku li dijî sûcan bê deng e.

(fr)

ANHA