7. konferansa malbatên şehîdan a Şedadê bi dawî bû

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê ya Hesekê 7.konferansa xwe bi hilbijartina hevserokatiya meclisê û 5 endamên rêveberiya meclisê bi dawî kir.

7. konferansa malbatên şehîdan a Şedadê bi dawî bû
7. konferansa malbatên şehîdan a Şedadê bi dawî bû
7. konferansa malbatên şehîdan a Şedadê bi dawî bû
7. konferansa malbatên şehîdan a Şedadê bi dawî bû
29 mijdar, 2021   17:38
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê  li hoa Azad a meclisa navçeyê 7.konferansa xwe bi diruşma "Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê faşîzma Tirk û dagirkeriyê têk bibin" li dar xist.

Di konferansê de nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Kongereya Star û bi sedan malbatên şehîdan beşdar bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre dayika şehîd Xalib El-Hisên, Intisar Irêbî wiha got: "Destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya têkoşîna bi hezaran şehîdan, pêk hatin. Tevî hewldana dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê gelên herêmê di nava azadî, ewlehî û aramiyê de dijîn. Her wiha bi saya fedekariya şehîdên me û zarokên me yên di QSD’ê de li eniyên şer dê ev tevahî hewldan bi bin kevin û herêmên dagirkirî werin rizgarkirin."

Piştre Hesen Hesen Ebîd, Sabirîn El-Teraf, Ayat Îbrahîm El-Salih û Nacî El-Necom ji bo dîwan konferansê hatin hilbijartin.

Dûvre yek ji fermandarên QSD’ê Ewde El-Hisên axivî û şehîd bi firîşteyên azad û aştiyê wesifandin ku canê xwe di oxira rizgarkirina xakê ji qirêjiya terorê de daye û wiha got: "Xebatên me yên destpêkê rizgarkirina û vegerandina herêmên dagirkirî yên Sûriyê ye, di serî de jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Em pişta xwe nadin tu hêzekê li cîhanê, lê belê em pişta xwe didin şênî û zarokên xwe yên di nava QSD’ê de."

/ar/uploads/files/2021/11/29/163135_mhydy-aldghym.webp

Li ser nave Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Mihêdî El-Dixêm axivî û lidarxistina konferansê li navçeya Şedadê pîroz kir û hêvî kir ku konferans bi encamp û biryarên ji bo pêşxistina rewşa malbatên şehîdan bi dawî bibe û got: "Divê şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dora rêveberiya xwe ya xweser bicivin."

/ar/uploads/files/2021/11/29/163120_zhrh-alahmd.webp

Piştî axaftinan, rapora sala 2020 -2021’ê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê ji hêla Sehre El-Ehmed vê hat xwendin, di raporê de nirxandina siyasî, rewşa rêxistinî û xebatên meclisê hatin xwendin. Dûvre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin ku xebatên di raporê de binirxînin.

Di dawiya konferansê de Xelef El-Seyid û Ayat Îbrahîm ji bo hevserokatiay meclisê hatin hilbijartin, her wiha 5 endamên rêveberiya meclisê jî hatin hilbijartin.

(fr)

ANHA