Hêzên rejîma Îranê kolberek birîndar kir

Hêzên rejîma Îranê li sînorê bajarê Pîranşarê gule li kolberekê reşandin û ew birîndar kirin.

Hêzên rejîma Îranê kolberek birîndar kir
29 mijdar, 2021   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li ser sînorê bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê gule li kolberê bi navê Seyîd Mobîn Ehmedî yê ji gundê Terkêşê ye reşandin. Di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de Ehmedî birîndar dibe.

Hat zanîn ku ji bo dermankirinê Ehmedî rakirine nexweşxaneya bajêr.