`Şîlan Kobanê di hemû jinan de ruhê berxwedana li dijî zordestiyê vejand`

PYD`ê şaxê Amûdê û Til Birakê piştrast kir ku şehîd Şîlan Kobanê ji bo şoreşgeran rêya azadiyê vekir û ruhê berxwedanê li cem hemû jinan vejand.

`Şîlan Kobanê di hemû jinan de ruhê berxwedana li dijî zordestiyê vejand`
29 mijdar, 2021   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şênî û endamên Partiya Yekitiiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Amûdêr bi merasîmekê şehîd Şîlan Kobanê bi bîr anîn. Merasîm li navenda çand û hunerê ya Amûdê li dar ket.

Di merasîmê de bi navê PYD`ê şaxê Amûdê, Nêroz Ehmed axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Şehîd Şîlan bi ruhê jina şoreşger sala 1991`an tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û li hemberî urfûadetan û zihniyeta baviksalarî sekinî.”

ŞEHÎD ŞÎLAN JI DAMEZRÎNERÊN PÊŞÎN ÊN PYD`Ê YE

Nêroz piştrast kir ku Şîlan ji damezrînerên pêşîn ên PYD`yê ye û hewl da fikrê azad di nava gelên herêmê de bi taybet ciwan û jinan belav bike.

Nêroz bi bîr xist ku şehîd Şîlan tevî gelek hevalên din di kemîna rejîmên Sûriyê, Iraq û Tirkiyê de şehîd bûn.

Nêroz di dawiyê de daxuyand ku Şîlan û hevalên wê li pêşiya şoreşgeran rêya azadiyê ronî kir û Şîlan bi vîna xwe ya azad di oxira tunekirina zihniyeta baviksalarî de ji bo jinên şoreşger serfirazî bû. Her wiha diyar kir ku ruhê berxwedanê di hemû jinan de afirand ku li dijî faşîzm û zordestiyê tê bikoşin ji ber wê vîna şehîd Şîlan di dîroka jinên şoreşger de zindî ye.

TIL BIRAK

Bi heman mebestî Kongreya Star û PYD`ê şaxê Til Birakê daxuyaniyeke hevbeş da. Endamê rêveber ê PYD`ê Meşel El-Yunis daxuyanî xwend û tê de ev tişt anîn ziman:

“Îro salvegera şehadeta şehîd Şîlan Kobanê endama Komîteya Navendî ya PYD`ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi armanc têkbirina azadiya jinan hat şehîdxistin. Şîlan xwedî li siyaseta Tevgera Rizgariya Kurdistanê derket ku banga azadiyê û serxwebûnê dike. Bi hevalên xwe re li dijî zulmê û koletiyê tê koşiya.

Pergalên serdest her tim bi rêya hedefgirtina şehîdan, vîna gel dikin hedef ku ji aliyê pergalên zordest ve rastî hemû cureyên sûcan û binpêkirinan tê. Komployên li dijî gel bi taybet ên li dijî jinan tu carî bi sernakevin. Ji ber ku ew dizanin Şîlan di hundirê her jinekê de zindî ye.

Bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û bi têkoşîna şehîd Şîlan û hevalên wê em xwe li ser rêya şehîdan bi rêxistin dikin û tê dikoşin. Bi saya wan partiya me mezin bû û êdî dikare di hemû şert û mercan de gel bi rêve bibe.

Destkeftiyên li herêmê hatine bi destxistin, rastiya rêgeza partiya me nîşan didin ku banga avakirina Sûriyeyeke demokratîk a ji bo hemû pêkhateyan dike.

Li hemberî hemû cureyên tundî û komployan û dagirkeriyê em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin û her tim şopdarên rêya şehîdan bin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6GkQJYvHgPM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>