Li gundewarê rojavayê Derayê 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Îro li ser rêya Newa-El-Şêx Seed li gundewarê rojavayê Derayê bombeyek bi erebeyeke leşkerî de teqiya. Li gorî agahiyan di encamê de 3 endamên “ewlehiya leşkerî” ya hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin û 2 din jî birîndar bûne. Piştî wê hêzên hikumeta Şamê bi moşekan derdora Newayê topbaran kir ku di encamê de sivîl birîndar bûn.

Li gundewarê rojavayê Derayê 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
29 mijdar, 2021   13:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di teqînê de 3 endamên “ewlehiya leşkerî” ya hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 din jî birîndar bûn.

Piştî wê hêzên hikumeta Şamê ji Foca 175 a li bajarê Ezre derdora 15 moşek avêtin bajarê Newa yê li gundewarê rojavayê Derayê û di encamê de sivîl birîndar bûn.

(şx)