HPG: 2 dagirker hatin cezakirin

HPG`ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê li Metînayê de, 2 leşkerên dagirker hatine cezakirin.

HPG: 2 dagirker hatin cezakirin
29 mijdar, 2021   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li Metînayê;

27`ê  Mijdarê saet di 15:00 li qada Girê Mîlîtan a Qaşûrayê, li dijî çepereke A-4 a dagirkeran, hêzên me çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek birîndar bû.

28`ê Mijdarê saet di 10:30'î de li dijî dagirkerên li Girê Mîlîtan, tîmên gerîla yên bi tevger ji 2 baskan ve çalakiyeke koordîneyî li dar xistin.

Baskên yekemîn û duyemîn bi hevdemî ji cihekî nêz ve li 6 dagirkeran xistin. Di vê çalakiya serketî de ku bi taktîka gerîla ya serdema nû hate kirin herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Di navbera 27 û 29'ê Mijdarê de li herêma Zapê, qadên Çemço, Rênçbiraxa, Girê FM û Sîda ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

27`ê Mijdarê saet di 15:15'an li herêma Metînayê qada Girê Hakkarî bi balafirên şer hate bombekirin.

20`ê Mijdarê saet di 18:00 de li herêma Garê qada Ergenê, 27'ê Mijdarê saet di 15:00 de qada Deriyê Hirçê bi balafirên şer hatin bombekirin. Di encama vê bombardûmana artêşa Tirk a dagirker de xisar li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû."