Gera nû ya têkildarî dosyaya nukleerê ya Îranê ber bi ku ve?

Piştî 6 geran heta niha tu pêşdeçûnên berbiçav di dosyaya nukleerê ya Îranê de tune ne. Îro li gel hatina hikumeta Îranê ya radîkal, gera 7’an a dan û standinên têkildarî dosyaya nukleerê di navbera hêzên navneteweyî û Îranê de li Viyana dest pê dikin. Gelo ev dan û standin dê çi bi xwe bîne?

Gera nû ya têkildarî dosyaya nukleerê ya Îranê ber bi ku ve?
29 mijdar, 2021   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Piştî 6 gerên dan û standinên binketî yên nukleerê, Îranê di 29’ê vê mehê de ragihand ku dê ji nû ve dest bi dan û standinên têkildarî dosyaya nukleerê bike. Ev dan û standinên destpêkê yên di serdema serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de ne wek radîkal tê binavkirin. Lê çarenûsa lihevkirina nukleerê ne diyar e û li ser wê pirsnîşan hene.

Li gel israra Îranê, redkirina pêkanîna dan û standinan bêyî rakirina cezayan, zêdekirina uranyumê, bernameya wê ya nukleerê û piştevaniya wekaletên xwe li herêmê, bi taybet li Sûriyê, Iraq û Yemenê, ev dan û standin pêk tên.

Di serdema serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama de peymana nukleerê ya Îranê di 14’ê Tîrmeha 2015’an de hat ragihandin. Di naveroka peymanê de divê çalakiyên nükleere yên Îranê li beramberî cezayên aborî yên li dijî Îranê bi awayekî beşî bihatana qelskirin.

Lê piştî Donald Trump rêveberiya DYA’yê di 8’ê Gulana 2018’an de wergirt, DYA ji peymana nukleerê vekişî û fermanek îmze kir ku jinûve cezayên DYA’yê li dijî Tehranê werin destpêkirin.

Joe Biden jî hewl dide ji nû ve peymana nukleerê bi Îranê re vejîne, bi dîplomasiya xwe hewl dide krîza nukleerê ya Îranê bi dawî bike.

Beriya lidarxistina gera 7’an a dan û standinên têkildarî dosyaya nukleerê ya di navbera hêzên navneteweyî û Îranê bi beşdariya neyekser ji Washingtonê de, di hefteya borî de gerînendeyê IAEA’yê Raphael Grossi serdana Tehranê kir û bi serokê rêxistina enjeriya atomê ya Îranê Mihemed Îslamî û wezîrê karên derve ya Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan re civiya.

Raphael Grossi li Tehranê hewl da ku bi Îranê re lihevkirinekê pêk bîne û ji nû ve 4 kamereyan di navenda Tessa ya Karaj de deyne.

Lê serdana Grossi tu encam bi xwe re neanî û di roja din de, da zanîn ku tevî kedên ku dane tu lihevkirin pêk nehatin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ji AFP’ê re got biryara redkirina Îranê ya hevkariya bi IAEA’yê re nîşaneyeke krêt a vîna wê ya aktîf a lihevkirinê ye, tevî ku nîşan da ku hîna hêvî heye ku peymana nukleerê ya di 2015’an de hatiye îmzekirin ji nû ve were rizgarkirin.

Têkildarî vê yekê şîrovekarê karûbarên Îran û lêkolînên Kendavê Hanî Silêman da zanîn ku ragihandina Îranê ya di dawiya vê mehê de ku dê ji nû ve li dan û standinên têkildarî dosyaya nukleerê vegerin, ji bo Îranê pir girîng e. Bi wê re gaveke ber bi pêş ve avêt û dikare şert û qanûnên xwe di danstandinê de pêşkêş bike. Her wiha ew ragihandina li ser derxistina uranuim bi rêjeya ji sedî 60 e.

Hanî Silêman ji ajansa me re wiha got: "Ev yek ji bo Îranê pêşdeçûneke mezin e, ji ber dît ku dikare bi wê yekê şertên xwe ferz bike û sûdê ji rewşên dîrokî wergire, bi taybet ligel mijûlbûna DYA’yê bi rewşên li Efganistan, dewletên Ewropa û hin dozên hundirîn. Ji wan hemûyan dît ku ew dikare şertên xwe bi giştî li ser DYA’yê û dewletên rojavayî ferz bike, bi taybet jî di demên borî de şerê keştî û êrişên sîberê li dijî Îsraîlê pêk anî û hewl dide vê rewşê qezenc bike."

REÎSÎ Û DAN Û STANDIN

Şîrovekar dibêjin ku Washington texmîn dike ku Reîsî siyaseteke pir bi biryar bi hevrûkirina bi rêveberiya Rohanî de di dan û standinên bi rêveberiya Joe Biden re dimeşîne. Nemaze rêveberiya Îranê ya nû bi gûman e ku rêveberiya Biden peymanê îmze bike û di pêşerojê jê vekişe û dê ew jî li pêş stratejiyên dan û standinên DYA’yê bisekinin.

Bi beşdariya hêzên navneteweyî ji Nîsana borî heta Hezîranê ve 6 gerên dan û standinên neyekser di navbera DYA’yê û Îranê de li dar ketine, dê gera bê jî di serdema serokê Îranê yê radîkal Îbrahîm Reîsî de ku di Tebaxê de hatiye ser desthilatê pêk bê.

Piştî ragihandina berpirsê mezin ê dan û standinên Îranê Elî Baqirî Kenî li ser jinûvedestpêkirina dan û standinan de serokê Îranê Îbrahîm Reîsî got: "Dan û standinên ku em dixwazin li dar kevin, divê encamên xwe hebin û bêyî rakirina tevahî cezayan pêk nayên."

Têkildarî axaftinên Reîsî li ser encamên dan û standinan Hanî Silêman ev tişt got: "Diyar e ku şandeya dan û standinê ya nû û rêveberiya Îranê ya nû ya bi nûnertiya Îbrahîm Reîsî, wezîrê karên derve Ebdullehyan û berpirsê mezin ê dan û standinan Elî Baqirî Kenî ji Rohanî û Zerîf radîkaltir û tundtir in. Ji ber Rohanî û Zerîf hewl didan lihevkirina nukleerê pêk bînin, her wiha hin nermbûn ji reforman dûrî muhafezker û radîkalan heye."

Li gorî Silêman, ev daxuyaniyên pêşîn yên neqebûlkirina dan û standinan ji bilî rakirina cezayan ew e ku hewldana Îranê ku şertên xwe beriya destpêkirina dan û standinan li ser Washingtonê ferz bike.

DÎMENEKE TEVLIHEV

Li ser vê yekê Silêman wiha anî ziman: "Danîna ev şertên beriya dan û standinê teqez dikin ku dan û standin bi gûman e û tu hêviyên mezin an jî şansên lihevkirin û nêzbûnên pêşketî di gera 7’an de tune ne. Lê heke Tehran di vê yekê de israr bike, dê gelek ger li dar kevin û dibe ku DYA cezayan jî ferz bike."

Silêman eşkere kir ku têkildarî demê ev dan û standin girîng in û wiha pê de çû: "Belê, gelek rageşî li hin enî û dosyayan hebûn, lê di dawiyê de dan û standinên neyekser di navbera Erebistana Siûdiyê, Îmarat û Îranê de hin encam bi xwe re dianîn . Her wiha hewldanên IAEA ji Îranê re hebûn, hin aliyên cuda ji bo aramî û hewldana hişyarkirina Îranê ji bo lihevkirinan hebûn."

Girêdayî bandorên binketina dan û standinan Silêman ev tişt anî ziman: "Bê guman heke dan û standin bi bin ketin, dê bi xwe re bandorên neyînî bîne. Ji ber Îranê dema asteng dibe hewl dide bi rêya bikaranîn alavên cuda yên wekî fişara li Kendavê yan jî şerê keştiyan an jî serdegirtina keştiyan an jî bandorkirina bi rêya milîsên xwe li Yemenê li dijî Siûdiyê yan li Iraq û Sûriyê, xwe rizgar bike.

Silêman wiha lê zêde kir: "Li gel DYA’yê jî alavên zextirina li dijî Îranê hene, mîna cezayên aborî, jinûveferzkirina cezayan çi yên kevn an jî yên nû."

BLOKÊN LI DIJÎ ÎRANÊ

Silêman têkildarî vê yekê avakirina bloka li dijî Îranê ku di navbera dewletên Ewropa û Washingotinê de ye tercîh dike û wiha axivî: "Dibe ku rêveberiya Biden bi aliyê Ewropa re xwedî lihevkirinên nû be û muhteml e ji bo dorpêçkirina Îranê û kontrolkirina rêgehên bigirêk ên nerasterast were bikaranîn." Li ser vê yekê divê ev rewş were kontrolkirin û zext li Îranê were kirin, her wiha hin tevgerên nerewa divê werin kontrolkirin, ji wan bazirganiya madeyên hişbir, kolber (Qaçaxtî) û bazirganiya bi Çînê re were kontrokirin.

Silêman diyar kir ku avakirina bloka leşkerî yan jî li dijî Îranê operasyonên leşkerî pêk bînin, hatiye pêşniyarkirin, lê gelo rêveberiya DYA’yê ya niha yan wê vê berbijêrkê erê bike yan jî bi cesaret li ser vê fikirê bimeşe. Ger operasyoneke pêşbînkirî hebe jî dê ji aliyê Îsraîlê ve be û têkildarî vê yekê dibe ku hevkarî di navbera Washingotinê û Til Ebîb de çêbibe.

Çavdêr dibînin ku li gorî daxuyaniyên rayedarên îsraîlî yên demên dawî; Îsraîlê baweriya xwe bi sîstema nukleerî ya îranî anî ku ji çêkirina çekên nukleerî pêk tê, her wiha Tehran nêzî çêkirina bombeya atomê bûye. Heta çavdêr dûr nabînin ku Îsraîl li dijî nuqteyên diyar ên li hundirê Îranê operasyonan pêk bîne, ji wan avahiyên nukleerî.

Têkildarî vê yekê Silêman got: "Mohrkirina peymana nukleerî dibe ku baş be û metirsiya aliyê Îsraîlê jî kêm bike, Îsraîl têkildarî çêkirina uranium bi rêjeya ji sedî 60 û bike alavên derxistina uranium a pêşketî ku li gel Îranê heye, asta karîna Îranê li ser gihandina bombeya nukleerî û vegera li çêkirina uranium an jî daketina wê ji ser pabendiyên wê gelek pirsên wê hene. Her wiha divê Îsral bersiva van pirsan bide, da ku ger peymaneke nukleerî nû were mohrkirin, dilrihet be."

Şîrovekarê siyasî Mihemed Ebadî destnîşan kir ku diyalog rastî gelek dosyayên bigirêk tê û têkildarî vê yekê ev nirxandin kir: "Îran israra garantiya amerîkiyê dike, da ku senaryoya vekişandina serokê Amerka yê berê ji peymanê û zindîkirina ferzkirina cezayên li ser Îranê neyên dubarekirin. Washingotin hewl dide peymanê berfireh bike û sîstema mûşekên îranî û dosya nûnerên Tehranê derbasî herêmê û nav peymana diyalogê bike."

HER DU ALÎ DIYALOGAN LI DAR DIXIN

Têkildarî astengiyên li ser peymanê ku her du alî pê re rû bi rû dimînin, Ebadî wiha axivî: "Îran hewl dide plana karekî hevbeş mohr bike, ji wan peymana kongresa amerkî û bi hebûna Cemhûriyan ev yek zehmet e, her wiha parlamanterên demokrat jî fikireya diyalogê yê destekê dide Îranê red dikin. Nûnerê amerîkî yê taybet bi Îranê rêgeza pêşkêşkirina garantiya ji Îranê re red kir û ev jî nuqteya ku her du aliyan li ser li hev nekirî ye."

Ebadî ev li axaftina xwe zêde kir: "Îran jî gihandina çareseriyê bi girêk dike, isbata vê yekê girêdana wê ya bi sîstema mûşekên tirsnak, berdewamkirina piştgiriya ji nûnerên xwe yên li herêmê re, li pişt perdê destên wê di gelek operasyonên terorîst ên li derdora cîhanê heye, sûcên Hizbulallah pêk tîne, ji wan spîkirina pera û bazirganiya madeyên hişbir e." Ger dan û standin bi ser bikeve û bigihêjin peymanekê Silêman vê yekê erênî dibîne, lê li hemberî wê dibêje; vegera li peymana berê ji bo civaka navneteweyî û aliyê amerîkî wendahiyeke mezin e.

Pisporê Kar û Barên Îranê û Lêkolînên Kendavê Hanî Silêman di dawiyê de got, divê doyas nukleerî bi awayekî berfireh were çareserkirin û wiha dewam kir: "Dan û standina bi Îranê re divê li ser bingeha peymana nukleerî û sîstema mûşekên balastîkî û reftarê îranî herêmî be, ez vê yekê tercîh dikim ruxmî ku zehmet e. Zehmet e Îran vê yekê qebûl bike, lê ev rêgeha herî girîng a çareserkirina dosya îranî ye da ku li şûna bi rêya peymana nukleerî aloziyan bicemidîne, bila îstiqrareke realist hebe ku hemû alî pê razî bin."

(fr-eh)

ANHA