Meclisa Medyaya Dîjîtal: Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ têkoşîna me dê bidome

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê spasiya beşdarên hashtaga #DelistPKKnow kir û diyar kir ku “PKK rêxistina herî rewa ya gelê Kurd e ku êdî kesek nikare vê heqîqetê înkar bike. Ji bo bidawîkirina qedexeya li ser PKK’ê û derxistina PKK’ê ji lîsteya "rêxistinên terorê", em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Meclisa Medyaya Dîjîtal: Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ têkoşîna me dê bidome
29 mijdar, 2021   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Kampanyaya ku me wek Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê, #DelistPKKnow bi şîara “PKK gel e, gel nayê qedexekirin” dabû destpêkirin, li dijî neheqî û bêedelatiyê veguherî serhildaneke cîhanî û gerdûnî.

Ji sed hezaran kesan bêhtir, beşdarî kampanyaya me bûn ku bi hevdemî ji zêdetirî 30 welatan me li ser tevnên civakî wekî Facebook, Instagram û Twitterê dabû destpêkirin, li gel tevlêbûna bi coş û xurt a gelê Kurd, nûnerên gelek beşên civakî jî ji bo bidawîkirina qedexeya li ser PKK’ê ya derqanûnî û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê piştgirî dane me û tev li kampanyaya me bûn.

Banga DelistPKKnow careke din û bi zelalî û aşkereyî xuya bû ku PKK tevgereke gel e û ne tenê gelê Kurd, hemû gelên cîhanê li hember PKK’ê xwedî sempatî ne û PKK’ê hembêz dikin.

Daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê ya bi hashtaga #DelistPKKnow hate destpêkirin ku; deverên wekî Kurdistanê, Tirkiye, Iraq, Rûsya, Almanya, Swîsre, Swêd, Îngilistan, Fransa, Belçîka û Îtalyayê weke mijara herî zêde û girîng û sereke hate rojevê. Ev yek jî piştrast dike ku qedexeya li ser PKK’ê ne domdar e û dê wiha nedome.

Kurd û dostên wan, tenê li ser Twitterê bi zêdeyî 221 hezar parvekirinan, ev daxwaza mafdar kir rojevê û bi vê yekê, bû ya herî zêde (7’emîn) a cîhanê. Gelên cîhanê û dostên Kurdan li rûyê dewleta Tirk qîriya û got; "PKK gel e, gel nayê qedexekirin!"

Têkoşîna edalet û hiqûqî ya ku me bi kampanyaya #DelistPKKnow li dijî qedexeya li ser PKK’ê dabû destpêkirin, hêz û moralê çalakgeran û meşên li kolanan jî xurtir kir û têkoşîna li dijî qedexeya li ser PKK’ê gihand qadên herî berfireh ên civakî. Gelê Kurd û dostên wan hem di medyaya dîjîtal û hem jî li kolanan de nîşan dan ku qedexeya li ser PKK’ê ya ku didome nayê pejirandin û dê neyê qebûlkirin.

Em wek Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê, hemû çalakger û dostên Kurdan ên ku di tevahiya 26-27’ê Mijdarê de li ser medyaya dîjîtal û li qadan bi hesasiyeteke bilind çalakî li dar xistin û yên ku piştgirî dan kampanyaya me silav dikin û spasiyên xwe pêşkêşî dikin.

PKK tevgera azadiyê ye ku bi milyonan mirovî dihewîne nav xwe û rêxistina herî rewa ya gelê Kurd e ku êdî kesek nikare vê heqîqetê înkar bike û pêşî lê bigire. Li ser vî esasî, ji bo bidawîkirina qedexeya li ser PKK’ê, ya ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve bê hiqûqî tê meşandin û derxistina PKK’ê ji lîsteya "rêxistinên terorê", em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Daxwaza #DelistPKKNow êdî ala edaletê ya gelê Kurd û dostên wan li dijî bêhiqûqiya navneteweyî ye. Em soza xwe dubare dikin ku em ê her tim vê alê bilind bikin û em her kesî vedixwînin têkoşînê di bin sîwana Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê de. Wekî ku em di tevahiya kampanyaya xwe de dibêjin û diqîrin; PKK gel e, gel nayê qedexekirin!”