​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pedersen dê careke din serdana Şamê bike

Rojnameyên erebî yên îro behsa serdana nûnerê NY’yê yê Sûriyê Geir Pedersen ji Şamê re, hilbijartinên Lîbyayê û siyaseta Rûsyayê ya li herêmê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pedersen dê careke din serdana Şamê bike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pedersen dê careke din serdana Şamê bike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pedersen dê careke din serdana Şamê bike
29 mijdar, 2021   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PEDERSEN DIÇE ŞAMÊ’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Çavkaniyên çapemeniyê ji Şamê ragihand ku nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY`yê Geir Pedersen di vê hefteyê de dê biçe Şamê û serdana wî dê 2 rojan dewam bike.

Roja yekşemê jî rojnameya El-Weten li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên erebî diyar kir ku Pedersen roja sêşemê dê bigihêje Şamê û dê bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel El-Muqdad re bicive.

Li gorî rojnameyê, tê payîn ku Pedersen derfeta lidarxistina gera 7`emîn a civînên komîteya nîqaşkirina guhertina destûrê li Cinêvê ku divê beriya dawiya vê salê were lidarxistisn, nîqaş bike. Lê çavkaniyên dîplomatîk ji rojnameyê re got ev ger heta piştî sersalê dê were taloqkirin û dibe di destpêka meha Sibatê de be.

Geir Pedersen di Cotmeha borî de gotibû nîqaşên li Cinêvê di navbera nûnerên Şamê û muxalefetê de têkildarî destûrê, bêyî pêşketin bi dawî bûne.”

‘LÎBYA… QEZA EL-DEBÎBE JI NAMZEDIYÊ DÛR DIXE Û ÎTÎRAZA LI DIJÎ HEFTER RED DIKE’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan ev nivîsand: "Komîteya hiqûqî ya yekemîn a dadgeha temyîzê ya Terablusê duh biryara Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Lîbyayê ya têkildarî belgeyên namzetiyê yên serokê hikumeta demkî Ebdulhemîd El-Debîbe betal kirin."

Ev biryar piştî çend saetan ji qebûlkirina komîteyê ya îtîraza namzet Arif El-Nayid, Mihemed El-Muntesir, Osman Ebdulcelîl, endamê meclisê El-Seyida El-Yaqûbî, endamê komxebata diyalogan Ehmed El-Şerkesî û îtîraza din jî ya namzetê serokatiyê û wezîrê karên derve yê berê Fethî Başaxa, hate dayîn.

‘ROJHILATEKE NAVÎN A RÛSYAYÊ PIŞTÎ ROJHILATA NAVÎN A AMERÎKAYÊ’

Der barê siyaseta Rûsyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Rûsya nêzî pêkanîna însiyatîfa şopandina parastina ewlehiyê li Rojhilata Navîn dibe û gelek sedemên ku pêkanîna vê armancê asteng dikir, jê sûdê werdigire.”

Rojnameyê wiha domand: "Lêkolîner û şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Vitaly Naumkin di hefteya borî de bang li berpirs, pispor û rojnamevanên dewletên Rojhilata Navîn kir ku beşdarî civîna li Moskovê bibin da ku şerê li herêmê û rêbazên ku nehêle ji bin kontrolê derkeve, nîqaş bikin."

(bx)