​​​​​​​Li Qamişlo 10 milyon lître mazot hate belavkirin û hîna berdewam e

Rêveberiya Sotemeniyê 10 milyon lître mazot li şêniyên Qamişlo belav kir û belavkirin berdewam e.

​​​​​​​Li Qamişlo 10 milyon lître mazot hate belavkirin û hîna berdewam e
29 mijdar, 2021   05:16
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Bi hatina zivistanê re rêveberiya Sotemeniyê ya Qamişlo mazotê li şêniyan belav dike, lê li hin taxên bajêr mazot hîna nehatiye belavkirin, li hinên din jî tenê 220 lître hatiye belavkirin û li hineke taxên din jî 440 lître mazot hatiye belavkirin.

HER MALBATEK 440 LÎTRE MAZOT WERDIGRE

Li gorî sîstema kartan Mazot li şêniyan tê belavkirin, ev sîstemeke nû ye ku li herêmê pêk tê. 440 lître mazot li her malbatekê tê belavkirin. Lê şêniyan kartên ku komîn didin wan dereng wergirtin. Li gorî plana ku Gerînendetiya Sotemeniyê daniye, diviyabû 440 lître mazot di beşekê de li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihatana belavkirin.

SÎSTEMA KARTÊN NÛ

Rêveberiya Sotemeniyê îsal sîstema kartên sotemeniyê bi kartên xwedî sîstema Barkodê guhartin, ev gav jî di çarçoveya rêxistina xebat û pêşxistina wê de pêk tê. Lê mazot yekser bi rêya komînan li şêniyan dihat belavkirin.

LÎTREYEKE MAZOTÊ BI 88 LÎREYA SÛRIYÊ YE

Rêveberiya Sotemeniyê destpêkê mazot li gund û bajarokan belav kir, dûvre li bajêr. Hejmara malbatên li herêma Cizîrê hatine qeydkirin nêzî 400 hezar e, li Qamişlo tenê 40 hezar malbat in. Her malbateke wê 440 lître mazot werbigire, buhayê her lîtreyekê 88 lîreyên sûrî ye.

Mekanîzmeya belavkirina maoztê bi rêya tankeran tê belavkirin. Komîteya sotemeniyê bi hevkariya komînan vê xebatê bi rê ve dibe.

‛EZ NEÇÛM KOMÎNÊ KU KARTÊ XWE WERGIRIN’

Ezîza Hemdî bi tenê li maleke li taxa Kornîş a Qamişlo dijî û wê bi tenê heta niha mazot wernegirtî, ji ber wî serî li komînê nedaye ku karta xwe wergire û wiha dibêje: "Niha min Karta xwe bir û ez li benda çavdêran im ku mazotê ji min re dagirin."

‛BERMÎLEK TÊRA ZIVISTANÊ NAKE’

Welatiyên bi navên Museleh Mihemed Salih û Lemya Hisên ên ji taxa Kornîş gotin tenê bermîlek têra zivistanê nake, ji ber par du bermîl mazot wergirtin.

Her du welatiyan bang li rêveberiya sotemeniyê kir ku beşeke din belav bikin ku têra zivistanê bike.

‛10 MILYON LÎTRE MAZOT LI ŞÊNIYAN HAT BELAVKIRIN’

Têkildarî nirxê mazota li Qamişlo hatiye belavkirin, endamê komîteya belavkirina sotemeniyê Zuhêr Xelîl da zanîn ku divê nêzî 15 lître mazot li Qamişlo û gundewarên wê werin belavkirin, lê heta niha 10 milyon lître mazot hatine belavkirin.

‛SÎSTEMA KARTÊN NÛ BELAVKIRINA MAZOTÊ DERENG XIST’

Derbarê derengiya ku di belavkirina mazotê de çêbûye Xelîl eşkere kir ku kartên nû hişt ku mazot dereng were belavkirin, ji ber hin malbatan navên xwe li komînê tomar nekiriye ku kartan wergirin.

Li ser mekanîzmeya belavkirina mazotê Zuhêr Xelîl eşkere kir ku wan destpêkê mazot li gundan belav kir, ji gundê Tenûriyê yê rojhilatê bajêr heta gundê Hîmo û gundên derdora wê yên rojava belavkirin hat destpêkirin. Xelîl wiha pê de çû: "Niha belavkirina mazotê li taxa Xerbî ya bajêr tê belavkirin û belavkirina li taxên Kornîş û Enteriyê ber bi dawî bûye."

‛ MAFÊN HER MALBATEKÊ YE DU BERMÎLAN WERGIRIN’

Têkildarî vê yekê Zuhêr Xelîl wiha got: "Bi şopandina xebata belavkirinê li taxan de me dît ku hin pirsgirêk hene, ji ber hin taxan 220 lître wergirtine û hinan jî 440 lître mazot wergirtine. Ji ber ki mafên her malbatekê ye ku du bermîlan werbigire. Gundewarên bajêr û taxa Hilêliyê parên xwe wergirtin."

‛ BERIYA SERÊ SALÊ  DÊ BEŞA DIN WERE BELAVKIRIN’

Zuhêr Xelîl teqez kir ku dê bermîla duyemîn a mazotê li malbatên ku mazotê nebirine were belavkirin û dê beriya serê salê belavkirin bi dawî bibe.

Xelîl di dawiyê de got şêniyên ku bermîla duyemîn a mazotê wernegirtine, dikarin serî li rêveberiya sotemeniyê bidin û hêvî kir ku şênî di belavkirin de bibin alîkar û heke tu lîstok bi miqdra mazotê de çêbibe dikarin giliyên xwe ji rêveberiyê re pêşkêş bikin.

(fr)

ANHA