​​​​​​​Li Dêrazorê şaneyek DAIŞ`ê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li gundewarê rojavayê Dêrazorê şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê ku di demên dawîn de tirs di nava şêniyan de belav dikir, hatiye girtin.

​​​​​​​Li Dêrazorê şaneyek DAIŞ`ê hate girtin
28 mijdar, 2021   11:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ku îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, şane ji 4 kesan pêk tê û 21`ê Mijdarê (yekşemê) bi operasyoneke taybet hatiye girtin. Operasyona di çarçoveya operasyonên hêzên ewlekariyê yên li dijî şaneyên veşartî yên girêdayî ajandeyên cuda de, pêk hat.

Li gorî daxuyaniyê, li gelek nuqteyên ku tevgera gel û hêzên leşkerî lê zêde ye, 5 mayîn hatine desteserkirin, her wiha gelek alavên teknîkê yên çeteyan di sûîqasetkirin û çandina mayînan de pêk dianîn, hatin desteserkirin.

Piştî ku lêpirsîn bi dawî bû, endamên şaneyê radestî aliyên peywendîdar hat kirin da ku li gorî qanûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin.

(cx)