Geir Pedersen dê serdana Şamê bike

Nûnerê taybet ê NY'yê Geir Pedersen vê hefteyê dê serdana Şamê bike û derfeta lidarxistina gera heftemîn a civînên komîteya guhartina destûr, nîqaş bike.

Geir Pedersen dê serdana Şamê bike
28 mijdar, 2021   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnemaya El-Wetan a girêdayî hikumeta Şamê îro (Yekşem) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên diplomatîk li Şamê piştrast kir Geir Pedersen roja sêşemê dê bighêje Şamê û bi Wezîrên Karên Derve ya Şamê re Feysel El-Mîqdad re bicive.

Tê payîn ku Geir Pedersen dê bi Feysel re derfeta lidarxistina gera heftemîn a civînên komîteya guhartina destûr bike.

(dm)