​​​​​​​Foruma diyalogê li Kobanê dest pê kir

Îro li bajarê Kobanê Akademiyên Civaka Demokratîk bi dirûşma "Bi şerê gelê şoreşgerî...Em ê hebûna xwe biparêzin û bigihêjin azadiya xwe" foruma diyalogê dest pê kir.

​​​​​​​Foruma diyalogê li Kobanê dest pê kir
28 mijdar, 2021   10:07
KOBANÊ

Di foruma diyalogê de nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl ên herêma Firatê, hejmarek ji kesayet ji Reqa û Minbicê û bi dehan şêniyan amade bûn.

Di destpêka foruma diyalogê de, Hevserokê Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn got: "Me şoreşek birêve bir û bi hezaran şehîd dan ku canê xwe feda kirin da ku em di nava aştiyê de bijîn û bibin gelê şoreşger."

Piştre sînevîzyonek der barê şerê gelê şoreşgerî de hate pêşkêşkirin û piştre nirxandinên rêber Ocalan ên têkildarî şerê gelê şoreşger hatin xwendin.

Tê payîn ku di foruma diyalogê de sê mijar werin nîqaşkirin. Ya yekemîn naskirina têgeha şer û cureyên wî, ya duyemîn xwendina mînakên hin şerên ku berxwedana gel di bidestxistina serkeftinê de roleke diyarker lîstiye û ya sêyemîn jî prensîba şerê gelê şoreşgerî.

 (dx)

ANHA