Panorama hefteyê:  Li herêmên dagirkirî hêrsa gel, rojên dijwar li pêşiya Erdogan in

Li gorî raporan, li herêmên Sûriyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin gel bi sedema daketina nirxê lîreya Tirkiyê û bilindbûna buhaya sotemeniyê bi hêrs e, di heman de Erdogan di rojên dijwar de dijî.

Panorama hefteyê:  Li herêmên dagirkirî hêrsa gel, rojên dijwar li pêşiya Erdogan in
28 mijdar, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa rewşên herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, derxistina serokên Îxwan El-Muslimîn yên yemenî ji Tirkiyiê û krîza aboriyê ya li Tirkiyê kirin.

DAKETINA NIRXÊ LÎREYA TIRK BANDOR LI SÛKÊN HERÊMÊN DAGIRKIRÎ KIR

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa herêmên dagirkirî wiha nivîsî: “Piştî daketina nirxê lîreya Tirk kel û pel û madeyên xwarinê li sûkên bakur rojavayê Sûriyê yên di bin serweriya dewleta Tirk û komên wê yê çekdar de, biha bûn.

Şîrketa Weted a sotemeniyê ya li herêmên Idlibê, nirxê gaz, benzîn û mazot biha kirin ku nirxên wan bi lîreya Tirk ve girêdayî ye.

Di encamê de ji ber ku nirxê lûleya gazê bû 137 lîreyên Tirk, lîtra benzînê gihaşt 9.38 lîreyê, nirxê mazotê ji derve tê bû 9.14 lîre û ya li herêmê tê derxistin gihaşt 6.96 lîre, şênî tengav bûne ku bi awayekî neyînî bandor li nirxên kel û pelan û lêçûnên veguhastinê dikin.”

ÎXWAN MISLIMÎN ÊN YEMENÎ JI TIRKIYÊ TÊN DERXISTIN

Derbarê vê yekê de rojnameya Ukaz wiha nivisî: “Li gorî çavkaniyên pêbawer ên Yemenê, gelek serokên Îxwan El-Muslimîn ên Yemenê ji Tirkiyê ber bi Ewropayê ve derketin, piştî ku hikumeta Tirkiyê ew hişyar kirin ku divê hinekî tevgerên xwe sînordar bikin û rewşa xwe sererast bikin. Çavkaniyan piştrast kir ku çeteyê bi navê Tewekul Karaman xwe amade dike ku biçe DYA`yê.

Dezgehên çapemeniyê destnîşan kirin ku dewleta Tirk hewl dide gelek rêveberên Îxwanan ên ji Yemenê ku li Tirkiyê ne, ji welatê xwe derxe. Hikumeta Tirkiyê yemeniyên girêdayî Îxwanan agahdar kirin ku hebûna wan li Tirkiyê, ne cihê kêfxweşiyê ye û 30 roj wek muhlet da wan da ku rewşên xwe çareser bikin.”

 ‘ROJÊN XIRABTIR LI PÊŞ ERDOGAN IN’

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Ji ber siyasetên xwe yên aborî, li gel aloziya aborî ya li welat, daketina nirxê lîreyê Tirk, her wiha kêmkirina faîzê, serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên herî zehmet de ye.

Tevî ku Erdogan aloziya lîre bi teoriya komployê û "aliyê biyanî" ve girê dide û soza şerekî serxwebûnê ya nû dide, lê tiştê ji bo gelê Tirkiyê girîng, encam e. Ev encam serkeftinê jî, binkeftinê jî diyar dike. Ji ber qeyrana aborî buha ji sedî 20 zêde bûn. Rêjeya bêkariyê gihaşt ji sedî 14’an.”

ANHA