Çi karê çeteyên Roj li Cizîra Botan heye?

Komeke çeteyên Roj ku ji 100-150 kesan pêk tê, derbasî 172’yemîn Fermandariya Tugaya Zirxî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bûne. Ji ber ku çeteyên Roj komek gerîlayên HPG şehîd xistibûn, di nava gelê Kurd de wekî xiyanetkar tên binavkirin.

Çi karê çeteyên Roj li Cizîra Botan heye?
28 mijdar, 2021   00:38
DIHOK- ERDOGAN ALTAN

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji 23’yê Nîsanê ve li ser heremên Başûrê Kurdistanê yên Avaşîn, Zap û Metîna berdewam dikin. Her wiha piştgiriya hêzên taybet ên Zêrevanî, Gulan û çeteyên Roj ji artêşa Tirk re ku girêdayî malbata Barzanî û PDK’ê ne bi rêbazên cuda didome. Ji ber vê piştgiriyê di nava gelê Kurd de wek xiyanetkar tên binavkirin.

Bertek û nerazîbûnên tund bi taybet li dijî çeteyên Roj derketin holê ku di buyera li herêma Xelîfanê de 7 gerîla xistibûn kemînê û 5 gerîla şehîd kiribûn, her wiha li pêşiya leşkerên dewleta Tirk a dagirker mayînan radikin, noqteyên yekîneyên gerîla tesbît dikin û agahiyên îstîxbaratî didin artêşa Tirk. Malbatên çeteyên Roj jî bertekên tund nîşanî van kiryaran dan û bang lê kir ku dev jê berdin.

Niha jî komeke çeteyên Roj di bin fermandariya Ozan Hecî Îso de derbasî 172’yemîn Fermandariya Tugaya Zirxî ya navçeya Cizîrê ya artêşa Tirk bûye.

ARMANC ÇI YE?

Di çend mehên dawîn de di çarçoveya plansaziya hevpar a Walîtiya Dihok û Walitiya Şirnexê de bi destê şîrketên dewleta Tirk û Başûrê Kurdistanê yên girêdayî desthilatê, li herêma Behdînan bi navê “ewlehiyê” gelek dar birîn. Nehat zanîn bê ka derbasbûna koma çeteyên Roj ber bi Cizîrê ve ku ji 100-150 kesan pêk tê, parçeyekî vê plansaziya hevpar a her du walitiyan e yan jî ji bo perwerdekirina wan e.

KINCÊN ARTÊŞA TIKR LI WAN KIRIN

Her wiha derbasbûna van çeteyan ber bi navçeya Cizîrê ve, li ser îhtîmala ku eger êrişeke dewleta Tirk a li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbe, ew ê li ser xeta sînor a Dêrikê werin bicihkirin. Li gorî agahiyan, ev koma çeteyên Roj ên derbasî fermandariya artêşa Tirk bûne, ji bo ku xwe kamufle bikin kincên leşkerên artêşa Tirk li wan kirine.

ÇETEYÊN JI SÛRIYÊ Û EFGANISTANÊ JÎ ANÎBÛN

Di hefteyên destpêkê yên êrişên dewleta Tirk a dagirker de ku di 23’yê Nîsanê de dest pê kiribûn, hem çeteyên li Ezaz û Cerablusê yên girêdayî dewleta Tirk, hem jî komên çete yên şandibûn Lîbyayê û paşde vekişandibûn, pêşî anîbûn fermandariya leşkerî ya bajarokê Rûbarok ê navçeya Şemzînan a Colemergê û piştre jî li ser baregehên leşkerên Tirk ên li Bamernî û Batîfa belav kiribûn. Piştî wê jî ji bo guherandina demografiya herêma Behdînanê malbatên endamên çeteyên ji Sûriyê anîbûn, li navenda navçeya Zaxo hatibûn bicihkirin û tê gotin li gel hemû bertekên gelê Zaxo hê jî li wir ew çete li wir in.

Piştî ku Talîban li Efganistanê hate ser desthilatê, bi hezaran Efgan ku piraniya wan mêr bûn, di ser Îranê re derbasî bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bûbûn. Dewleta Tirk piraniya wan koçberan li Şirnexê bi cih kiribûn.