Nivîskarekî urdunî: Çareserkirina doza kurd bi rakirina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” ve girêdayî ye

Rojnamevan û nivîskarê urdunî Redad Qelab destnîşan kir ku rastiya  dewleta Tirk ji cîhanê re eşkere bûye û li hember destwerdana wê yên li kurdan û dewletên cîran dem ji bo hevalbendiyeke kurdî-erebî guncaw e. Qelab diyar kir ku Kurd di şexsê PKK`ê de di nava rizgariyeke nîştimanî de ne û ne terorîst in.

Nivîskarekî urdunî: Çareserkirina doza kurd bi rakirina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” ve girêdayî ye
28 mijdar, 2021   02:45
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Rojnamevan û nivîskarê urdunî û endamê Komeleya Selahedîn Eyyûbî ya li Urdunê Redad Qeleb diyar kir ku divê Kurd û Ereb sûdê ji vê qonaxa dîrokî bigirin, xalên berjewendiyên di navbera wan û Ewropa û hêzên mezin de xurt bikin û xwe ji şer û nakokiyên etnîkî û rizgar bikin.

Redad Qeleb di hevpeyvînekê li gel ajansa me de destnîşan kir ku derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê" dê mîna naskirina rola partiyê di şerê li dijî DAIŞ`ê li Rojhilata Navîn be.

Hevpeyvîn wiha ye:

Hûn têkoşîna gelê Kurd çawa dinirxînin ku bi salan ji bo azadiya xwe tê dikoşe?

Di dawiyê de her tevgereke rizgariyê dê bi ser keve. Divê rêveberiya Tirkiyê vê rêgeza mirovahiyê baş fêm bike.

Gelê Kurd di gelek serdeman de fedekariyên mezin kirin, hatin kuştin, koçberkirin û girtin. Kurd her tim li pêş bahozê bû. Doza Kurd ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve bi awayekî pragmatîk a xirab hat bikaranîn. Van dewletan li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê di nav de Kurd pêk tîne, bêdeng man. Ji wê zêdetir, çekên ku pê Kurd dihatin kuştin, ji Tirkiyê re dişand.

Kurd bi rêya tîfaqa bi pêkhateyên din ên li herêmê re mîna Ereb û Suryan projeyeke demokratîk ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike ava bikin û DAIŞ ji tevahî erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike. Hûn tîfaqa kurdan bi pêkhateyên din re çawa dinirxînin?

Em hêvî dikin ku nimûneya hevgirtina Ereb û Suryanan a li dijî DAIŞ`ê bibe mînaka hevgirtina li dijî Tirkiyê û hevkarên wê.

Dewleta Tirk gelek beş ji Sûriyê û Iraqê dagir kirin, hewl dide projeya demokratîk a li herêmê têk bibe. KCK`ê piştrast kir ku tîfaqa kurdî û erebî têrê dike ku planên dagirkirinê yên dewleta Tirk têk bibe. Gelo nêrîna we derbarê van daxuyaniyan de çi ye? Niha ji gelên Kurd û Ereb çi tê xwestin?

Dewleta Tirk rastiya xwe eşkere kir, terorîst kirê kirin û wan li Azerbaycan, Lîbya û Sûriyê bi kar anîn. Bi rêya penaberan gef li Ewropayê xwar, îstiqrara li dewletên cîran bin pê kir, dest li doza Qibirsê da. Dem hatiye ku tîfaqa kurdî-erebî çê bibe. Ji ber ku ji bo rawestandina destwerdana Tirk a li ser kurdan û dewletên cîran rêya yekane ye, ev kêlî dîrokî ye û ji her demê bêtir ji bo avakirina tîfaqê guncaw e.

Li gorî qanûnên navneteweyî, mafê her gelekî heye ku çaranûsa xwe bi xwe diyar bike. Gelê Kurd ji bo ku mafên xwe bi dest bixe tê dikoşe. Niha nûnerê rewa yê gelê Kurd PKK`ê ye, lê DYA û YE`yê navê PKK`ê xistiye “lîsteya terorê” bi nêrîna we armanc ji vê yekê çi ye?

Sedema vê yekê vedigere berjewendiyên hevbeş di navbera Amerîka û Ewropayê de û di navbera wê û Tirkiyê de. Mixabin DYA`yê di şerê li dijî terorê de Kurd bi kar anîn. Piştre Kurd li beramberî êrişa berberî ya Tirk bi tenê hişt. Hîna kaxiza birêz Abdullah Ocalan li ser asta siyasî bi kar tîne ku ji 30 salan ve li Tirkiyê dîl hatiye girtin. Dema dewleta Tirk demokrasiyê li Tirkiyê binpê û endamên Kurd ên HDP, çalakvanên Kurd girtin, Amerîka û Ewrpa tenê temaşde dikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” destpêka çareserkirina doza gelê Kurd e, gelo hûn van daxuyaniyan çawa dinirxînin?

Kurd di rewşa rizgariya nîştimanî de dijîn. Di navbera wan û terorê de cudahî heye. Kurdan çekdar ji hemû dinyayê neanîn û sivîl nekuştin. Xistina navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de ji ber berjewendiyên Ewropa-Tirkiyê bû.

Em hêvî dikin ku rakirina navê partiyê ji “lîsteya terorê” bibe destpêka pêvajoyeke din ku zemînê ji bo çareseriyeke aştiyane û siyasî ya doza kurd ava bike.

Tevlêbûna Kurd bi Tirkiyê re rê li pêşiya sepandina demokratiyê û istiqrarê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn vedike.

Vegera li diyalog û danûstandinê bi tevlêbûna hemû aliyan, di nav de PKK`ê, ji ber ku xistina navê wê di “lîsteya terorê” de li pêşiya vê xebatên astengkirinek e.

Vegera li xebatên aştiyê û danûstandinên di navbera PKK û hikumeta Tirkiyê de yên di navbera salên 2013 û 2015`an.

Biryara rakirina PKK`ê ji “lîsteya terorê” tê wateya naskirina rola partiyê di şerê li dijî terorê li Rojhilata Navîn de.

Gelên Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Têkiliyên xurt di navbera wan de hene. Gelo niha ji her du gelan çi tê xwestin ?

Divê Kurd û Ereb pêvajoya dîrokî bi kar bînin, xalên berjewendiyên di navbera wan û Ewropayê û dewletên mezin de xurt bikin, ji şer û nakokiyên etnîkî û olî xilas bibin, çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, ber bi azadî, demokratiyê û diyarkirina çarenûsa xwe wek bingeha her du neteweyan bimeşin.

(şx)

ANHA