​​​​​​​Artêşa Tirk û çeteyên wê careke din ava stasyona Elok qut kir

Artêşa Tirk û çeteyên wê careke din ava stasyona Elok ji ser bajarê Hesekê û naçveyên wê qut kir.

​​​​​​​Artêşa Tirk û çeteyên wê careke din ava stasyona Elok qut kir
27 mijdar, 2021   18:41
HESEKÊ

Çavkaniyan ji ANHA`yê re ragihand ku artêşa Tirk beriya du rojan  ji ber binpêkirinên  li xetên kehrebeyê yên girêdayî stasyona Elok, av li ser Hesekê qut kiriye.

Çavkaniyan got, ev binpêkirin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine kirin û bû sedem kehrebe li ser stasyona navçeya Dirbêsiyê qut bibe.

Her wiha çavkaniyan eşkere kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê rê nedan werşeya gerînendeya kehrebê ya Hesekê ku zirarê sererast bike.

Dem dem artêşa Tirk û çeteyên wê ava stasyonê qut dike da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike. Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve zêdetirî 20 caran av qut kiriye.

Li Hesekê û kampên wê zêdetirî milyon û nîvek kes hene.

(eh)

ANHA