ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2021
28 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmê "Waşûkanî" li kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê pêşkêş dike, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê panelekê li ser şerê gelê şoreşger li hola Ronî War a bajarê Kobanê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Mihemed Emîn El-Neîmî da zanîn ku redkirina PDK’ê ji radestkirina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re sûc û xiyaneta li dijî gelê Kurd e û teqez kir ku faşîzma Tirk nehêle PDK’ê cenazeyan radest bike, da ku fitne di navbera kurdan de çêbibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şîrovekarê siyasî û rojnameger Kawa Nadir da zanîn ku ji ber gendeliya di desthilatên Başûrê Kurdistanê de alozî gûrtir bûye û got: "Aboriya Başûrê Kurdistanê di destê mafya de ye û ew dahatû û hindardeyên herêmê kontrol dikin û gelê Başûrê Kurdistanê birçî ye." (BI WÊNE). 

HEVPEYVÎN

- Rojnamevan û nivîskarê urdunî Redad Qelab destnîşan kir ku rastiya  dewleta Tirk ji cîhanê re eşkere bûye û li hember destwerdana wê yên li kurdan û dewletên cîran dem ji bo hevalbendiyeke kurdî-erebî guncaw e. Qelab diyar kir ku Kurd di şexsê PKK`ê de di nava rizgariyeke nîştimanî de ne û ne terorîst in. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Komeke çeteyên Roj ku ji 100-150 kesan pêk tê, derbasî 172’yemîn Fermandariya Tugaya Zirxî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê artêşa Tirk a dagirker bûne. Çeteyên Roj bi danîna kemînê û şehîdxistina gerîlayên HPG’ê bû sedema ji aliyê gelê kurd ve wek xiyanetkar bên binavkirin pêk tên. (BI WÊNE).

- Apê Celal Hecî Xelîl piştî ku PKK`ê nas dike ji PDK`ê derket û wiha axivî: "Rêbertî ji me re got, divê gel civakeke şoreşger be û kesayetên xwe yên welatparêz ava bike û hişmendiya xwe biguhere." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî raporan, li herêmên Sûriyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin gel bi sedema daketina nirxê lîreya Tirkiyê û bilindbûna buhaya sotemeniyê bi hêrs e, di heman de Erdogan di rojên dijwar de dijî.

ANHA