Kawa Nadir: Aboriya Başûrê Kurdistanê di destê mafya de ye

Şîrovekarê siyasî û rojnameger Kawa Nadir da zanîn ku ji ber gendeliya di desthilatên Başûrê Kurdistanê de alozî gûrtir bûye û got: "Aboriya Başûrê Kurdistanê di destê mafya de ye û ew dahatû û hindardeyên herêmê kontrol dikin û gelê Başûrê Kurdistanê birçî ye."  

Kawa Nadir: Aboriya Başûrê Kurdistanê di destê mafya de ye
28 mijdar, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Di rojên borî de li bajarên Başûrê Kurdistanê, bi taybet li parêzgehên Hewlêr, Silêmaniyê û Dihokê xwepêşandaên xwendekaran li dar ketin ku  banga mûçeyên xwe yên mehane û başkirina rewşa di avahiyên zanîngehê de kirin. Hêzên ewlehiyê astengî li dijî xwendekar, çalakvan û rojnamgeran derxistin û gelek girtin.

Têkildarî vê yekê şîrovekarê siyasî û rojnameger Kawa Nadir wiha got: "Desthilata Başûrê Kurdistanê hewl dide serweriya xwe li ser civakê ferz bike, hikumet mafên gel diçewisîne û tenê beşeke biçûk ji mafên wan dide. Her wiha li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan û protesto ji bo eşkerekirina nêrîn û xwesteka mafan li dar ketin."

Nadir diyar kir ku di encama bedbîniya gel ji rewşa li Başûrê Kurdistanê de xwendekaran xwepêşandan li dar xistin û wiha domand: "Xwestekên xwendekaran xwesteka tevahî welatiyên Başûrê Kurdsitanê ne. Ji ber ku piranî welatî rojane azaran dikişînin. Lê beşa zana û xwendekaran ev ez zilm tehemûl nekir û xwepêşandan li dar xistin. Ji ber wê welatiyên Başûrê Kurdistanê piştgiriya van xwepêşandanan dikin."

Kawa Nadir destnîşan kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê li şûna ku xwestekên xwendekaran bi cih bîne bi siyaseta çewisandin, girtin û revandin li hember wan sekinî û ev tişt anî ziman: "Çavkaniyekî nêzî hikumetê diyar kir ku hêzên ewlehiyê li Silêmaniyê di 24 saetan de 56 welatî ji xwendekar û çalakgeran girtin. Li gel wê jî 5 rojnameger hatin girtin, alavên wan hatin desteserkirin û şikandin. Piranî rojname û rapor eşkere dikin hêzên ewlehî xwepêşandan asteng kirin. Ev jî asta bê exlaqiya wan zaliman nîşan dide."

Nadir da zanîn ku desthilatên Başûrê Kurdistanê azadiya nêrînê diçewisînin û ev tişt got: " Li herêmê tu azadiya nêrînê tune ye. nêrîna hikumeta Başûrê Kurdistanê azadî bi ew e ku zilamên wê di pêkanîna krêtirîn sûcan, lêdan û astengkirina xwepêşandan û welatiyan de serbest bin."

Li gorî daneyên saziya serjimariyê ya li Başûrê Kurdsistanê ku ajansa Rojnewsê belav kirine, rêjeya bêkariyê li Başûrê Kurdistanê ji sedî 41, 8 derbas kir û ji sedî 73,4 ji şêniyan ji ber qedexe û tedbîrên li hember pandemiya vîrusa Koronayê rûbirûyî pirsgirêkên aboriyê ne.

‛ABORIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI DESTÊ MAFYA DE YE’

Têkildarî krîza aborî ya Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir wiha axivî: "Aboriya Başûrê Kurdistanê di destê mafya de ye ku dest danîne ser dahatû û hinardeyên herêmê û gel birçî ye. Ji ber wê aborî ne baş e û ji bo çîneke biçûk anku çîna serwer baş e.  Lê civak bi tevahî azarên aborî dikişîne."

Kawa Nadir diyar kir ku serokê parlamentoyê beriya çend rojan daxuyandibû ku ji 900 milyon ji dahatûyên petrolê yên mehane tenî 340 milyon dikevin sendoka herêmê lê li gel hin kesan ev agahî tune ne û dipirsin ev tevahî pere bi ku ve diçin?

Nadir destnîşan kir ku li gel hikumeta Başûrê Kurdistanê tu plan an jî bernameyên darayî tune ne û rewşa aborî krêt e û wiha axivî: "Aborî di destê çîneke biçûk de ye, li gel wê jî xizmetguzariyên li bajar û herêmên Başûrê Kurdistanê ne baş e."

Nadir eşkere kir ku divê kesê berpirsiyar  akademisyen be û ev tişt got: "Lê mixabin, rejîma niha xwe dispêre berjewendî û peymanên teng ên partiyên di desthilatê de. Lê di rejîma heyî de tu akademisyen tune ne û tu karekî ji berjewendiya gel an jî dewletê nakin. Kadroyên partiyê ji bo saziyên hikumetê tê erkdarkirin. Ev jî sûdê ji rêvebertiyê werdigirin. Ev tevahî hêman dihêle pirsgirêk kûrtir bibin."

‛DIVÊ MAF Û BERPIRSIYARIYÊN WELATIYAN HEBIN '

Kawa Nadir got, divê rejîma heyî were guhartin û bibe pergala welatîbûn ku tê de maf û berpirsiyariyên welatiyan hebin, divê nîşaneyeke hebe ku civak ber bi ku ve die, xebata hikumetê were şopandin, ji ber ku karê wê ne bi rêxistinkirî ye."

Şîrovekarê siyasî û rojnameger Kawa Nadir wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ya herî krêt di hikumeta heyî de dijberiya gelê xwe dike. Bê guman wê gel bi ser keve û desthilat bi bin keve. Lê mixabin hikumetê heta niha tu gavên erênî neavêtine, berovajî wê tundî li dijî sivîlan zêdetir kiriye."

(fr)

ANHA