​​​​​​​'Sala 44'an wê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan'

Li bajarê Qamişlo, navçeyên wê Amûdê û Til Hemîsê salvegera damezirandina PKK'ê hate pîrozkirin û hate gotin "Sala 44'an a  PKK'ê wê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan."

27 mijdar, 2021   17:16
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişlo bi pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Suryan, Tirkumen û Kildan, di nav de malbatên şehîdan, kesayetên welatparêz û endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser salvegera 43'an a damezirandina PKK'ê li Stada Heysem Kiço pîroz kirin.  Di şahiyê de berxwedana PKK û gerîlayên hate silavkirin.

/ar/uploads/files/2021/11/27/162322_sayd-syban.webp

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê PYD'ê rêveberê partiyê Seîd Sîpan axivî, salvegera damezirandina PKK'ê li gelên Kurdistanê pîroz kir û got:" Tevgera Rizgariya Kurdistanê beriya 43 salan bi 6 têkoşeran dest pê kir. Vaya îro bi îradeya bi hezaran ji gelên Rojhilata Navîn û Ewropayê tê dikoşe. Em mizgîniyê didin rêber Abdullah Ocalan ku şoreşa Rojava ya ku li ser bingehê fikir û felsfeya wî ya demokratîk dest pê kiriye li tevahî cîhanê deng veda, têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi firkirê wî li ber xwe dan û tevahî êrişên dagirkeriya Tirk têk birin."

Sîpan destnîşan kir ku PKK'ê partiya biratiya gelan û azadiya tevahî pêkhateyên Mezopotamyayê ye û wiha axaftina xwe dewam kir: "Bi rihê Berxwedana 14'ê Tîrmehê û ketina PKK'ê sala xwe ya 44'an em ê têkoşîna li hemberî hemû siyasetên faşîzmê têk bibin. Sala nû wê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan."

/ar/uploads/files/2021/11/27/162339_wlydh-bwty.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Welîda Botî axivî anî ziman ku PKK'ê partiya şehîdan, gelên bindest û biratiya gelan e û wiha domand: "Fikirê tevgera rizgariya Kurdistanê ji bo hemû pirsgirkên Rojhilata Navîn çareserî ye, sala 44'an a PKK'ê wê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û şikandina faşîzm û dagirkeriyê."

Piştî axaftinan beşdaran li ber stranên Koma Botan û Koma Nûpelda govend gerandin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan şahiyek li hola Seyran hate lidarxistin.

Hola şahiyê bi wêneyên şehîdan, alên PKK, Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Beşdaran diruşmeyên silavkirina PKK'ê û piştevaniya gerîlayên azadiyê berz kirin.

Di dawiyê de koma Agirî stran gotin û beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.

TIL HEMÎS

Bi heman boneyê şêniyên navçeya Til Hemîsê şahiyek li qada Sewamai li dar xist.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Paşê ji rêveberên Meclisa Navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Casim axivî, salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir û got: "Partiya Karkerên Kurdistanê partiya şehîdan e, banga wekheviyê di navbera hemû pêkhate, ol, netewe, mezheb û etnîkan de dike."

Bi navê Kongreya Star endama rêveber a kongreyê Nîra Hemko, bi navê PYD'ê Raşid El-Hisên û bi navê Akademiya Civaka Demokratkî Ebduselam El-Cafo axivî, salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kirin û soza şopandina xeta rêber Abdullah Ocalan da.

Piştî axaftinan, komên stran û dîlanan daketin ser dike û hunerên xwe pêşkêş kirin.

ANHA