Rûspiyên Ereb û Kurd: Em bi QSD'ê re ne

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban ên herêma Cizîrê bi civînekê piştgiriya xwe ya ji QSD`ê re nîşdan da û got: "Heta rizgarkirina herêman ji dagirkeriyê em ê piştgiriya QSD`ê bikin."

Rûspiyên Ereb û Kurd: Em bi QSD'ê re ne
Rûspiyên Ereb û Kurd: Em bi QSD'ê re ne
Rûspiyên Ereb û Kurd: Em bi QSD'ê re ne
Rûspiyên Ereb û Kurd: Em bi QSD'ê re ne
Rûspiyên Ereb û Kurd: Em bi QSD'ê re ne
Rûspiyên Ereb û Kurd: Em bi QSD'ê re ne
Rûspiyên Ereb û Kurd: Em bi QSD'ê re ne
27 mijdar, 2021   15:42
HESEKÊ

Li navçeyê Dirbêsiyê ya kantona HEsekê bi dirûşmeya "Civîna rûspî û eşîrên herêmê ya li dijî artêşa Tirk û xeta xiyanetê", civînek berfireh ji rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban ên herêma Cizîrê re hate lidarxistin.

Li hola civînê pankartên bi nivîsên "Em çiqasî di baweriyên xwe yên olî û eşîrtî û neteweyên xwe de li hev nekin jî em ê her tim li ser welatekî rih û bira bin" hatin daliqandin.

500 kesayet ji rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurdan ên herêm û navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan, Amûdê û Şedadê û kesayetên oldar û nûnerên civakên cuda tev li civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Bajarê Amûdê û Dirbêsiyê serokê nivîsgeha têkiliyên a meclisê Kamîran El-Hesen axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. El-Hesen îşaret bi rola hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina civakê de û fedekariyên ku dane, kir.

El-Hesen ev li gotina xwe zêde kir: "Xwîna şêniyên herêmê ya li ser erdnîgariyekê ji bo diyarkirina mafê biryardayîn û çarenûsê tev li hev bû , her wiha da em di nav hev de danûstandinê bikin û li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin, ji ber ku projeya neteweya demokratîk hedef digire."

Kamîran El-Hesen bang li tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi eşîr û pêkhateyên wê kir û got: "Piştgiriya QSD`ê bikin ji ber ku li dijî êrişên artêşaTirk ên li ser herêmê disekine û ewlehî û aramiyê misoger dikin."

Kamîran El-Hesen îşaret bi yekitî û hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ev yekane garantiya têkbirina hemû planên çete û xayinên ku dewleta Tirk a dagirker wan ji bo desteserkirina erd û namûsê bi kar tîne. Xiyanet û çetetî welatan ava nakin, lê welat bi saya têkoşîna gelan û xwîna şehîdan ava dibe."

Kamîran El-Hesen soz da ku ew ê şaştiyên berê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derketine, dubare nebin û QSD`ê amade ye bersiva hemû êrişên li dijî herêmê bide û tevahiya xaka ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, rizgar bike.

Di dawiyê de Kamîran El-Hesen salvegera damezrandina PKK`ê li rêber Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan û hemû gelê Rojhilata Navîn pîroz kir.

Dûvre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û tevde rizgarkirina hemû herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê ji artêşa Niştimanî dagir kirin, piştrast kir, her wiha gotin, ew ê piştgiriya QSD`ê bikin û li dijî gef û êrişên Tirkiyê bisekinin, rê li pêşiya şerê hundirîn bigirin û parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bikin.

Eşîrên Ereb û Kurdan di dawiya civînê de daxuyaniyek da. Daxuyanî j aliyê yek ji eşîra Cerba, Haşim Cerba ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demên dawî de zextên siyasî û leşkerî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn, isbata vê yekê jî artêşa Tirk û çeteyên wê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê hebûna xwe ya leşkerî xurt kir û bi balafirên bêmirov sivîl hedef girtin, her wiha gund û mezre topbaran kirin, da tirs û fitnê bixin nav welatiyan û ewlehî û îstîqrara herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin.

Kiryarên artêşa  Tirk û çeteyên wê bi armacna têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û derxistina fitneyên di navbera pêkhateyan de ye.

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û eşîrên Kurd û êzidiyan, her wiha pêkhateyên herêmê ji Suryan, Asûr, Çerkes, Kildan û Çaçan bang li civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku sînorekî ji van kiryaran re deynin û dawî li tevahiya awayên dagirkeriyê bînin."

Rûspiyê û şêxên eşîrên Kurd û Ereban di daxuyaniyê de teqezî li ser van xalan kir:

-Sûriye bi xak û gelê xwe yek e.

-Heta rizgarkirina herêmên Sûriyê yên dagirkirin û pêkanîna ewlehî û aramiyê dê piştevanî bi QSD'ê re were kirin.

- Aştiya navxweyî û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên herêmê de dê were parastin.

-Destkeftiyên gelan bi rêya rêveberiyeke demokratîk a nenavendî û diyalogên sûrî-sûrî yên ku mafên hemû sûriyan misoger dike, dê werin parastin.

(eh)

ANHA