​​​​​​​Li Holê firneyeke nan hate vekirin

Rêveberiya Xweser firneyeke nû li navçeya Holê ya li rojhilatê Hesekê vekir. Firne xizmeta navenda navçeyê û 75 gundan dike.

​​​​​​​Li Holê firneyeke nan hate vekirin
​​​​​​​Li Holê firneyeke nan hate vekirin
​​​​​​​Li Holê firneyeke nan hate vekirin
​​​​​​​Li Holê firneyeke nan hate vekirin
​​​​​​​Li Holê firneyeke nan hate vekirin
27 mijdar, 2021   12:14
HESEKÊ- ELÎ EL-MECÎD

Ji bo peydakirina nan ji navçeya Holê û gundên wê re, firneyeke nû ji hêla Desteya Aborî û Komîteya Firinan a Rêveberiya Xweser ve hate vekirin.

Firneyê îro dest bi çêkirina nan kir. Firne dê rojane 5 hezar û 500 tûr nan derxe.

Li gorî berpirsên meclisa navçeya Holê, firneya nû dê pêwîstiyên zêdetirî 75 gundên navçeyê dabîn dike.

Endamê Komîteya Firneyan li navçeya Holê, Xelîl Nûman diyar kir ku nan dê bi rêya aliyên peywendîdar û komînên li piraniya gund û bajarokên navçeyê bê belavkirin.

(dx)

ANHA