​​​​​​​Li Bûkemalê teqîn

Li bajarê Bûkemalê yê li rojhilatê Dêrazorê teqîneke mezin çêbû. Di heman demê de balafirên keşfê li herêmê digerin.

​​​​​​​Li Bûkemalê teqîn
27 mijdar, 2021   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), li bajarê Bûkemalê yê di bin serweriya komên alîgirên Îranê de yê li rojhilatê Dêrazorê, teqînek çêbû. Di encamê de dûman ji kêleka Nexweşxaneya Eyşa derket.

Li gel teqînê, balafireke keşfê yê nenas li asîmanê bajêr digeriya. Her wiha heta niha agahiyên teqez tune ne bê ka balafirê bombebaran pêk aniye yan na.

(dm)