Rûspiyên Tebqayê banga derxistina PKK'ê ji ''lîsteya terorê'' kirin

Rûspiyên êlên Tebqayê got, xistina PKK`ê nava “lîsteya terorê” biryareke berovjî rastiyê ye û destnîşan kir ku partiya yekane ku divê navê wê di vê lîsteyê de be, AKP`ê ye. Rûspiyan bang li dewletên demokrat kir ku ji bo derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” bi lez bikevin tevgerê.

Rûspiyên Tebqayê banga derxistina PKK'ê ji ''lîsteya terorê'' kirin
27 mijdar, 2021   05:18
TEBQA-EBDUREHMAN EL-SALIH

27`ê Mijdarê salvegera 43`iyan a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Hemwextî pîrozkirina vê rojê, bang tê kirin ku PKK`ê ji “lîsteya terorê” were derxistin.

Têkildarî mijarê rûspiyên êlên Tebqayê piştrast dikin ku ew neheqiyê li PKK`ê de û xistina wê nava "lîsteya terorê" red dikin û bang kir ku careke din di ber çavan re were derbaskirin.

Rûspiyê êla El-Mûsa El-Zahir, Şêx Ayid El-Hadî got: "Di çend salên dawîn de Partiya Karkerên Kurdistanê karî berhemên fedekariyên xwe yên li hemberî kapîtalîzmê û pergala dewleta desthilatdar berhev dike. Ev partî xwedî li projeya neteweya demokratîk derket û di nava gelên li herêmê de belav kir. Gelan jî ev proje di pratîkê de pêk anî û di rêya azadî û demokratiyê gelek destkeftî bi dest xistin."

'EGER CIVAKEKE NAVNETEWEYÎ YA ADIL HEBE, DIVÊ AKP DI RÊZA PÊŞÎN A “LÎSTEYA TERORÊ” DE BE'

Şêx Ayid El-Hadî wiha domand: “Ji ber van destkeftiyan, hêzên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk, hewl didin projeya Partiya Karkerên Kurdistanê têk bibin û têkoşîna wê rawestînin. Ji bo wê propagandaya reşkirina partiyê dimeşînin û navê wê xistin lîsteya terorê”

Şêx Ayid El-Hadî destnîşan kir ku terora rastîn di sûcên AKP`ê de nixumandî ne ku bi rêya çeteyan teror û fitne di nava gelên azadîxwaz de belav kirin û got: "Eger civakeke navneteweyî ya adil hebe, divê AKP di rêza pêşîn a “lîsteya terorê” de be."

Şêx êla El-Musa El-Zahir, Ayid El-Hadî bang li hemû hêzên demokrat kir ku ji bo derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” bi lez tev bigerin.

'VEJÎNA PKK`Ê JI BONEYÊN HERÎ MEZIN E'

Şêxê eşîra Meşrafa, şêx Yaser El-Rabî  salvegera 43'yemîn a damezrandina PKK'ê pîroz kir û got ev yek ji boneyên herî mezin e ku ji aliyê hemû gelên azadîxwaz ve tê pîrozkirin.

Di vê salvegerê de şêx Yaser El-Rabî bang li civata navneteweyî kir ku PKK'ê di "lîsteya terorê" de nehêle û wiha domand: "Ji ber ku Partiya Karkerên Kurdistane yekane partiye ku bi têkoşîna li dijî terorê re mijûl bû û tev li xilaskirina gel ji têgeha desthilatdarî û koledariyê bû. Eger lîsteyeke terorê hebe, divê AKP`ê tê de be, nemaze ku ji ber bêdengiyeke navneteweyî bi milyonan kes ji cih û warên wan koçber kirin."

Şêx Yasir El-Rabî bang li aliyên siyasî yên demokratîk kir ku li rex dewletên ku bang li civata navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê dikin, bisekinin ku dixwazin PKK`ê ji “lîsteya terorê” bê derxistin. Her wiha bang eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya fîzîkî kir.

'JI BO DERXISTINA PKK`Ê JI “LÎSTEYA TERORÊ” DIVÊ XEBAT BÊ KIRIN'

Li aliyekî din şêx êla El-Neîm, Ebdurehman El-Cedû salvegera damezirandina PKK'ê li hemû têkoşeran di sêrî de rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Em bi tundî propagandaya ku gelek dewletên kapîtalîst û dewleta faşîst a Tirk ên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê dikin red dikin. Me dît ku ev partî çawa şerê terorê dike, ji gelên herêmê re gelek destkeftî, azadî, wekhevî û edalet pêk anî. "

Şêxê êla El-Naîm, Ebdurehman El-Cedû di dawiyê de bang li hemû dewletên ku îdiaya demokrasiyê dikin kir ku ji bo derxistina navê PKK`ê ji vê "lîsteya neheq" tev bigerin.

(şx)

ANHA