Planên Tirkiyê yên li Efrînê niyetên wê qutkirina xaka Sûriyê eşkere dikin

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê niyetên wê yên domandina projeyên wê yên mêtîngerî û tirkkirina herêmê eşkere dikin.

Planên Tirkiyê yên li Efrînê niyetên wê qutkirina xaka Sûriyê eşkere dikin
Planên Tirkiyê yên li Efrînê niyetên wê qutkirina xaka Sûriyê eşkere dikin
Planên Tirkiyê yên li Efrînê niyetên wê qutkirina xaka Sûriyê eşkere dikin
Planên Tirkiyê yên li Efrînê niyetên wê qutkirina xaka Sûriyê eşkere dikin
Planên Tirkiyê yên li Efrînê niyetên wê qutkirina xaka Sûriyê eşkere dikin
Planên Tirkiyê yên li Efrînê niyetên wê qutkirina xaka Sûriyê eşkere dikin
Planên Tirkiyê yên li Efrînê niyetên wê qutkirina xaka Sûriyê eşkere dikin
27 mijdar, 2021   01:46
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Çavkaniyekî ji gundên li ser sînorê Efrîn û Tirkiyê ji ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk qutkirina beşên ji xaka Sûriyê da ku tev li Tirkiyê bike berdewam dike û got, Tirkiyê li gundên navçeyên Şera, Bilbilê û Racoyê sînorê xwe 2 km fireh kir.

Di Hezîrana borî de, dewleta Tirk a dagirker li gundê Zeira yê navçeya Bilbilê  sînorê xwe 1 km fireh kir, nemaze piştî rêzeçiyayên stratejîk ên navçeyê dagir kirin û baregehên leşkerî ava kirin da ku gundên derdorê û tevahî xeta sînor a bi Tirkiyê re kontrol bike û dest deyene ser herêmên berfireh.

Li gundê Balya yê Bilbilê dewlet Tirk piştî ku bi sedan darên zeytûnan birîn derdora 315 metreyan sînor derbas kir.

ARMANC TİRKKİRİNA HERÊMÊ YE

Ji roja yekemîn a dagirkirina kantona Efrînê ve, dewleta Tirk malbatên tirkmen ji herêmên Hema, Şam û gundewarê bakurê Helebê anîn û li şûna niştecihên resen bi cih kirine. Dewleta Tirk jî bo mayîna tirkmenan li xeta sînor a Efrînê misoger bike ew bi pere û pêşkêşkirina tevahî pêwîstiyên wan ên rojane teşwîq kirine da ku di encamê de herêmê de tirkbûyînê li pêşbixe. 

Dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike ku çembereke tirkmenî li ser xeta sînor a bi Tirkiyê ve ava bike, nemaze piştî hewldanên wê yên sextekirina rastiyan û vekirina sicilên sexte yên şêniyiên ku îdia dike ku eslên wan Tirkumen in, her wiha kiryarên wê yên guhertina navên gundan vê yekê eşkere dike.

Roj bi roj niyetên Tirkiyê yên mêtîngeriyê li ser xaka Sûriyê eşkere dibin. Di Hezîrana borî de wezîrê hundirîn ê Tirk Silêman Soylu çû gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê û rewşa deriyê sînor ê li gund şopand, her wiha  çû saziyên dagirkeriyê yên li navenda bajarê Efrînê jî. 

Beriya çend rojan, Soylu careke din çû deriyê sînor ê li gundê Hemam ku dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê bi salekê bêyî agahdarkirina hikumeta Şamê ava kir. Ev bêdengî  dewleta Tirk teşwîq dike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

ŞEHBA Û EFRÎN Bİ DÎWAR Jİ HEV TÊ QUTKİRİN

Li gundên navçeya Şêrawayê jî dewleta Tirk a dagirker piştî ku Efrîn dagir kir bi çend mehan dîwarê çemento danî da ku gundên Şêrawayê ji herêmên din qut bike û di encamê de kantona Efrîn ji Şehbayê qut bike.

Dewleta Tirk ji gundên herêma Daret Îze yê çiyayê Seman, heta gundên Kîmar û Basilê yên Şêrawa û bajarê Ezazê yê dagirkirî yê dikeve rojhilatê navenda bajarê Efrînê dîwar lê kirin.

Pitşî ku kiryarên dagirkeriya Tirk ên avakirina dîwar di qadên navneteweyî de teşhîr bûn, dewleta Tirk li gelek gundan lêkirina dîwar rawestand, tenê li gundên Kîmar û Şêrawayê dewam kir.

Destpêka vê mehê, çavkaniyên herêmî ji Şêrawayê diyar kirin ku dagirkeriya Tirk mewziyên axê li gundên Burc Heyder û Fafirtînê yên Şêrawayê bilind kirine, piştî ku gelek mal rûxandin.

Li gorî çavkaniyan, dagirkeriya Tirk li xeta sînor teknîka pêşketî ya çavdêriyê daniye da ku tevgera welatiyan bişopîne.

ANHA